Rêxistina Hawarê Rêvebirekî bilind ê Silêmaniyê xalat kir
kurdistani 11:37 PM - 2019-02-07Rêxistina Hawarê Rêvebirê Nîşingeha Silêmaniyê xalat kir
Li bajarê Silêmaniyê Rêxistina Hawarê Rêvebirê Nîşingeha Silêmaniyê xalat kir.
Îro roja pêncşemê 7-2-2019`an, li bajarê Silêmaniyê ji bo xalatkirina rêvebirê Giştî yê Nîşingeha Silêmaniyê Salih Osman Xidir ji aliyê Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê ve, şandeyeke Hawarê bi serokatiya serokê Hawarê Hozan Efrînî serdana rêvebiriya nîşingehê kir û bi germî ji aliyê rêvibirya giştî yê nîşingeha Silêmaniyê ve pêşwazî kirin.
Di serî de Rêvebirê nîçengeha Silêmaniyê Salih Osman bi xêrhatina şandeya mêvan kir û derbarê çawaniya dagîrkirina Efrînê û rewşa xelkên Efrînê ên sivîl ku ji neçarî koçberî navçeyên dervayî Efrînê bûne kir û amadebûna rêvebiriya xwe ji bo hevkarî û karesanî ji kurdên Efrînê ên ku ji ber şer û dagîrkirina Efrînê reviyane Herêma Kurdistanê bi awayekî berfereh anî ser ziman û stayîşa rola xelkên Efrînê di berxwedana Efrînê de kir ku xelkekî aştîxwaz û aramxwaz û tenê ji neçarî berevanî li ax û hebûna xwe kirine.
Her weaha ji aliyê xwe ve jî serokê Hawarê Hozan Efrînî jî spasiya Salih Osman kir û destxweşî li hemû endam û karmendên wê rêvebiriyê kir ku her dem xwedî helwest û hevkarê xelkên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî ên Efrînê ku ji cenga giran a dagîrkirina Efrînê ji neçarî koçberê Herêma Kurdistanê bûne dikin û ev jî cihê rêz û pêzanînê ye,
Efrînî di dirêjahiya axivtinên xwe de, aşkire kir ku ev erk ji bo tevahiya saziyên hikûmî li Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê tê xwestin ji ber ku xelkên Efrînê bê war û mal cih mane. Wek çawa di salên 1991`an de li Herêma Kurdistanê koçberiya bi komî ji aliyê rêjîma Sedamê xwînvexwar ve hatibû kirin.Îro jî li Efrînê heman tişt û buyer dubare bû ye lê bi rengekî dijwartir dirêjpêdere.
Hozan Efrînî di dawiya axivtina xwe de tekez li ser têgeha rêbaza serok Mam Celal kir ku her dem alîkarê rastiya yekrêziya gelê kurd û Kurdistanê bû ku Mam Celal ji salên 1956-1957 û heya roja ku nexweşketiye xwedî helwesta neteweî bû, rola aştîxwazî di her çar parçeyên Kurdistan û Êraqê û navçeyê de dilîst û bi hikar bû. Ji ber wê jî em heya niha jî ji ber hebûna hikariya rêbaza Mam Celal têgeha yekrêzî û hevkariyê di Herêma Kurdistanê de dibînin.
Di wê barê de, endama rêvebiriya Rêxistina Hawarê rojnamevan Nazliyê Remedan ji PUKmedia`yê regihand; Ji ber kar û xebatên erênî yê rêvebiretiya nîşingeha Silêmaniyê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî ên ku piştî dagîrkirina herêma Efrînê ji neçarî derbasî Herêma Kurdsitanê bûne û karesanî ji wan re hatiye kirin, me wek Rêxistina Hawarê ya parastina zarokên Efrînê bi baş dizanî ku em xelata rêvebiriya giştî yê nîşingeha Silêmaniyê bikin.
Di dirêjahiya axivtina xwe de, Nazliye Remedan aşkire kir ku ew hevkarî û karasaniya ku ji aliyê rêvebirya nîşingeha Silêmaniyê ve hatiye kirin, cihê rêz û pêzanînê ye û em destxweş li rêvebir û karmend û hemû endamên wê rêvebiriyê dikin ku heya niha jî bi dilsozî di kar û xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdsitanê de berdewamin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23