Mixabin ji dubarekirina dîroka reş re...

kurdistani 06:14 PM - 2019-02-06
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeyeke koalisyona Sûrî kir. wek têzanîn ku di bin alya wê koalisyon û Îtîlafê de, bi sedan kiryarên terorîstî li dijî gelê kurd ê aştîxwaz li Girê Spî û Tileran - Tilhasil - Serêkanî û di vê dawî de Efrînê encamdan ku niha li Efrînê rojena komkujî û qirkirinê birêve dibin û li serê gelê kurd bi cih dikin û guhertina demografîk bi kirdar dikin ev hatina wan di vê demê de ku rojane gefan li Herêmên Firat û Cizîrê dixin û dibêjin em rojhilata Firatê wek ya Bakurê Firat tev rrizgar bikin û hatina wan metirsîyeke mezin dixe dilê gelê kurd ku tisa wan ji şerê birakojî yê ye.

Di wê serdanê de, gelek çalakvan û siyasetvanên kurd nerihet kir, lê wek min şopandina rûpelên veghustina civakî kir ku ew ne ji ber ku serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Barzanî pêşwaziya şandeke opozisyona Sûrî kiriye, lê cihê mixabinê ye ku ew şande rojane biryar û fermana kuştin û qirkirina Efrîniyan didin.

Lê bi nêrîna min ez pir normal dibînim ku rêzdar Barzanî pêşwazî li her alî û kesan bike, wek têgeha deplomatîk, lê pêwîste ku di wan dîdar û pêşwaziyan de, aliyên mêvan an jî serdanger rêz li gelê kurd bigrin û rê ji wan re neye vekirin tako bê rêzî li hemberî doz û rastiya gelê kurd bikin û alî û gellê kurd bi terorîst nenirxînin wek çawa serokê koalisyona Sûrî Nesir Herîrî bi zelalî li ber rojnamevanên kurd û li ber alaya kurdî ya pîroz û li pêş wêneya nemir Mela Mistefa Barzanî bi bê şerim aliekeî kurdî sereke bi terorîst dinirxîne,vê yekê, nerihetiya şalakvan û rewşenbîr û ronakbîrên gelê kurd derxist holê.

Her li ser kenalên Rudaw û Kurdistan 24ê jî serokê şandeyê Nesir Herîrî ragihand; Partiya Karkerên Kurdsitanê rêxistineke terorîste.

Di vê barê de, gelê kurd pirsyarên girîng ji rêzdar Barzanî dipirsin?

Gelo we şandina pêşmergên Roj ji bo Efrînê gotûbêj kir...?

Gelo we daxwaza derketina komên terorîst ên ku bi navê koalisyonê xwe nîşandidin kir.?

Gelo we birîna darên zeytûn û gêlberî û tuyan kir ku êdî daran nebirin..?

Gelo we daxwaza rawestandina guhertina dîmografîk li dijî Efrîmnê kir ?

Gelo we daxwaza rûxandin û wêrankirina goristanên nemir û pakrewanên kurd li Efrînê kir?

Gelo we daxwaza derxistina ereb û turkmanên Gota û Humsê û derdora Şamê kir..?

Gelo we daxwaza dadgehkirina ew çekdarên ku alaya kurdî binpêkirine û wêne kişandine kir..?

Gelo we daxwaza bi erebkirin û bi tirkkirina navên gund û bajarokên Efrînê kir ku niha piraniya navên gundan bû bi tirkî?

Gelo we daxwaza kulandina zevî û cihûwarên dêrîn û dizîna zêr û kûz û kelûpelên entîka ku dîroka kurdan dinasîne kir..?

Gelo we daxwaza zelalkirina komkujiya Tileran û Tilhasilê kir ku bêhtir ji 45 ciwanên me bi destê Agîdî hatine şehêdkirin ku wê demê ew dost û serdilkê DAIŞêû Eniya Nusreya terorîst bû.?

Gelo we daxwaza zelalkirina koçberkirina bi komî yê kurdên Girê Spî ku destpêka buyerên li Sûriye kir..?

Gelo we daxwaza zelalkirina êrişa wan li dijî Serêkaniyê û şehîdkirina bi sedan welatiyên sivîl kir..?

Ev tev pirsyarên gelê kurd in ku pirsyarên pir girîng û nirxdarin. Lê ji bo hevdîtin û serdana şandeyê ez bi şaveke deplomatîk lê dinirim û eger şandeya serdanger nakokiyên aliyên siyasî kurdî li hemberî wan nedin bi karanîn wê baş be.

Lê mixabin wek hat derxistin ku şandeya serdanger bi şêwayekî terorîstî, vîna gelê kurd li Rojavayê Kurdsitanê bi terorîst û ne pak nirxand û xwe jêî pir pak û baş dan nîşandan. Vê yekê dilê gelê kurd pir û pir nerihet kir ku çawa dujminên doza min werin cem min û di mala min de li ser biryayên min axivtinên bê wate û ne pak bikin??

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket