Şandeyeke bilind yê YNKê beşdarî serxweşiya Mîr Tehsîn kir

kurdistani 04:59 PM - 2019-02-06
.

.

Şandeyeke di asta bilind de yê YNKê beşdarî merasîma serxweşiya nemir Mîr Tehsîn Beg kir.

 Îro roja çarşemê 6-2-2019`an, li navçeya Şêxanê Şandeyeke bilind ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê beşdarî li merasîma serxweşiyê yê nemir Mîr Tehsîn Beg mîrê tevahiya Êzîdiyên Kurdsitan û cîhanê kir di hola Hisên Baba Şêx de ku bi amadebûna hejmareke mezin ji berpirs û rusipiyên kurdên Êzîzî birêve çû ye.

Şandeya YNKê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdeyê YNKê Qubad Talebanî ku wek yekemîn şande li ser asta Herêma Kurdistan û Êraqê ku di asta bilind de serdana merasîma nemir Mîr Tehsîn Beg bike û serxweşî li tevahiya malbat û xizim û kurdên Êzîdî li Kurdsitan û Cîhanê kir.

Hêjayî gotinê ye ku Mîr Tehsîn di 1933`de li gundê Bazerê ya bajar ê Musilê ji dayîk bû ye, di 1944`de wek mîrê Êzdiyan hate naskirin, amaje bi wê yekê jî hat kirin ku bavkê 8`kor û 3 `keçan bû.
Di 1959`an de piştî bûyerên tevgera Şewaf mîr kete zîndanê û piştre  di 1970 de tevlî şoreşa Eylolê bû û li navçeya  Norbirgê ya Almanyayê bicih bibû.
Her weha di roja Duşemê 28-1-2018`an, li Naxweşxaneyake Almaniyayê Mîr ê Ola Êzdî yê Êraq û Cîhanê Tehsîn Saîd Alî Bek 86`salî koça dawî kiribû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket