Trump: Şandina Leşkeran ji Venezuela re Alternatîfek E

kurdistani 03:25 PM - 2019-02-04
Donald Trump--Venezuela

Donald Trump--Venezuela

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku bo Venezuela alternatîfên wan hene û dibe ku ew leşkerên xwe bişînin wî welatî.

Trump ji kanala CBS re da zanîn ku Nicolas Maduro çend mehên berê xwestiye bi wî re biaxife, lê wî red kiriye.

Wî bi bîr xist ku li Venezuela protestoyên mezin li dar dikevin û ser şandina leşkerên Amerîkî got ku ‘’ew alternatîfek e’’ Roja Şemîyê, bi deh hezaran kesên li Venezuela bo protestokirina hikûmeta Maduro derketibûn qadan.

Amerîka û zêdetirê 20 welatên din dixwazin ku Maduro karvekişîna xwe ragihîne û dijî wî piştgirîya rêberê rikeberîyê Juan Guaido dikin. Herî dawî generalekî payabilind yê Venezuela dabû zanîn ku ew li alîyê Guadio ye.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket