Barîn Kobanî

kurdistani 07:15 PM - 2019-02-03
Pakrewan Barîn Kobanî

Pakrewan Barîn Kobanî

Giyanê te
Nivist li ser xaka pîroz
Ta awira te yî dawî
Berxwedan bû
Lehengî bû

***

Xwîna te û xaka Aferînê yek reng bû
Nû ez tê gihiştim çima xaka aferînê sor e ?!
Kesê/a evîndarê aştiyê be
Berê xwe dide
Ser şopa rastiyê
Baş dizane
Roj û taristan
Ahoramezda û Ehrîmen
Çi ne û kî ne!


***


Di kûrahiya dilê te de
Gera te ji bo yî
Azadiyê
Aştiyê
Maf
û mirovayetiyê bû

***

Rêhevalên te dizanin
Gotinên te yî dawî çi bûn
Dizanin daxwazên te yî dawî çi bûn
Hêviyên te çi bûn


***


Delal ciwan
Te wêneyê pêşerojê
Bedew bi xwîna xwe kêşand


***

Kezaba Kurdan
Tu ciwan bûyî
Hîn zû bû
Hîn zû bû
Barîna Kobaniyî

Aniha, demjimêr 3 û 26 xulek, Sêvdîn Arafat, 2.2.2018-ê Z

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket