Termê Mîr Tehsîn vedigerînin Kurdistanê

kurdistani 05:36 PM - 2019-02-02
Termê Mîr Tehsîn vedigerînin Kurdistanê

Termê Mîr Tehsîn vedigerînin Kurdistanê

Termê Mîr Tehsîmn Beg ji Almaniyayê dişînin Kurdistanê.

Wek hemû kes agahdar bû ku di roja Duşemê 28-1-2018`an, li Naxweşxaneyake Almaniyayê Mîr ê Ola Êzdî yê Êraq û Cîhanê Tehsîn Saîd Alî Bek 86`salî koça dawî kiribû. Lê li ser daxwaza wî û malbata wî, wê roja sibê roja roja yekşemê 3-2-2019`an, termê bighêje Hewlêrê û wê roja sêşemê 5-2-2019`an, termê nemir bispêrin bi axê.

Di wê barê de, Kerîm Silêman ku wek rewaêjkarê civata rohanî ya Êzîdiyan tê naskirin di kongireyeke rojnamegeriyê de ragiahnd; Biryare sibê demjimêr 9:30 xulekan termê Mîr Tehsîn Beg ji bajarê Honuverê Alnmanyayê ber bi firokexaneya navneteweyî ya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ve bê.

Tehsîn di 1933`de li gundê Bazerê ya bajar ê Musilê ji dayîk bû,di 1944`de wek emîrê Êzdiyan hate naskirin,amaje bi wê yekê jî hat kirin kubavkê 8`kor û 3 `keçan bû.
Di 1959`an de piştî bûyerên tevgera Şewaf emîr kete zîndanê û piştre  di 1970 de tevlî şoreşa Eylolê bû û li navçeya Newberdan bicih bibû.

Hêjay bîrxistinêye ku di roja Duşemê 28-1-2018`an, li Naxweşxaneyake Almaniyayê Mîr ê Ola Êzdî yê Êraq û Cîhanê Tehsîn Saîd Alî Bek 86`salî koça dawî kiribû. Her weha mîr Tehsîn Beg li gel gelek kesayetên navdar hevdîtin kiribû li gel mîran û serokê dewletan û Papa Vatîkan û ji wan daxwezê mafên Êzdiyan dikir ,destnîşan hat kirin ku Tehsîn di jiyana xwe xwendin û zanist esas digirt û gele xelatên navdewletî derbarê pêkvejiyanê û lêborînê û aştiyê wergirtibû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket