Dagîrkirina Efrînê di cîhaneke bê bext de
kurdistani 01:24 PM - 2019-02-01Nivîskar; Nazliyê Remedan
"Lê mixabin, kes tuneye ku bersiva pirsyarên Efrîniyên birîndar bide, ji ber ku hemû dunya razîne ku Kurd bindest bin û nebin xwedî dewlet,lê ew nizanin ku vîna ku bi dest Kurdan de heye dê rojekê esmanê bişkîne û xwedî dewlet û doz be û rojeke were û Efrînê ji dagîrkeriyê rizgar be û paqij bibe ."
Roja 20-1-2018`an, ango di vê rojê de, ewreke reş û tarîk bi ser xwezayî û jîngeh û jîndarên welatê min Efrîn ê de hat, di dema ku şer ji 7`salan ve li Sûriyê bi hêrs û dijwar diqewimî û dirêj dikir, tenê welatê min (Efrîn) aram û azad mabû. Lê diyar bû ku Cîhan ji bo vê yekê ne rihet bû, aramiya Efrînê ew dêşandin ji ber vê yekê hemiyan dest kirin destê Dewleta Tirkiyê û fermana êrîşkirina bi ser Efrîna Aram de derxistin ku nûştecihên wê hest dikirin ku di biheştê de jiyan dikirin.
Di dema ku Efrînî hemû li ser kar û îşê xwe bûn, lê mixabin, ji nişkave hewreke reş bin tirs bi ser wan de hat kû dewletê Tirkiyê bi balafir û top û alav û çekên NATO`yê bê sedem, êrîşî welatê min yê aram û aştîxwaz Efrînê kir û di deqeyekê de, jiyana xelkê hate gewrîn û veguhrtin.
Ji aliyekê ve tirsa jinavbirin û qirkirinê bi wan ket, ji aliyeke din ve jî, berxwedana xwe li dijî dijminên êrişker û dagîrker derxistin û li gor derfetên herî kêm welatiyan li gel Şervanan dest bi dest şer dikirin û li hemberî êrîşên tewşankî û hovane sekinîn û bûn bersiv. lê mixabin ku piştî kişandina zehmetiyê û şerê 58`rojan, wek hate zanîn ku bi rêkevtineke navneteweyî ku piraniya welatên mezin ên navçe û ên cîhanê gunehbarê wê êrişên bûn ku bê dengiya wan û mafdana wan ji Tirkiyê re ku sînorê xwe biparêze, Efrîn ji dest xwediyên xwe ên resen û bingehîn hat dagîrkirin û çû.
Miletê Efrînê tev koçber bûn û neçar man ku mal û milkên xwe bi cih bihêlin û derbasî aliyê Şehba û Heleb û Kobanê û Cizîrê û Herêma Kurdsitanê bibin û niha jî piraniya Efrîniyan heya niha di bin jiyana zehmet û dijwar ya kampan li Şehba û Cizîrê de dijîn, jiyaneke pir zehmet dikşînin, lê hêviya vegera wan ji welat re qet namire û naşke û heroj ew dibêjin ku dê rojek were li malên xwe vegerin ji ber ku ew xwedî maf in.
Piştî dagirkirin û dizîn û revandin û kuştin û şewitandina mal û milkên Efrîniyan, û rûxandina şûnewarên dîrokî û mizgeft û perestgehên Zerdeştî û Êzîdiyan û sirûşt û xwezaî ya Efrînê, çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve piştîvankirin, dest dirêjiyê û binpêkirinê di derheqên welatiyan de zêdetir dikin.
Wek her car piştî standina xêrê mûsimê zeytûnan û birina sûdkarî û faîdeyê ji welatiyan, îro careke din çete bi girtina ferman ji Tirkiyê zêt û Zeytûnên xelkê bi belaşî jê birin û navê Gotayê li şûn navê Efrînê li ser tenekên zeytê dinivîsin û bi ber bi dewletên derve birin û firotin.
Welatî dibêjin ku piştî tiştek bi me nehêştin niha çete davêjin ser malan û qederek pere dixwazin, dibêjin yan pere yan jî dest ji mal berdin û derkevin lê xelk feqîr ketiye û tiştek bi dest wan de nemaye da ku wek hemî Cîhanê bijîn lê çete li wê yekê tênagin û fêm nakin, ew bi razîbûna Tirkiyê hewildidin ku bi rêya ecîzkirina milet û zordariyê li ser wan bi şev o roj û çandina tirsa kuştin û revandinê milet ji Efrîn ê derxin da ku Efrîn bi wan bimîne û dîroka Kurdan têde winda û tune bikin.
Li gor zehmetiyên ku Efrînî dikşînin hewldidin ku dest ji welat û mal û milkên xwe bernedin lê welatî heroj dipirsin ku bo çî Cîhan û Rêxistinên Mirovan û parastina Zarokan li hember vê yekê bê dang û kerûlalin, û dibêjin tiştek nemaye ku bi serê me nehatiye ji zarok û kal û pîran û jin û mêrêm me hatine girtin û revandin û eşkecnkirin an kuştin, destnîşan jî kirin ku hate niha cihê piraniya ji wan ne diyare û ew nizanin eger xweşin yan jî mirîn e.
Êdê heta kengî Kurd dê bindest bin û zor û zehmetiyê bikşînin ?
Êdî heta kengî kuştina Kurdan bê sedem dê dewam bike û helal be? Êdî heta kengî Cîhana bê bext dê xwedî li helwest derkeve?
Êdî kengî ji bo doza Kurdan Cîhan dê xwedî wijdan be?
Di mîjiyê Kurdan û bi taybet di mîjiyên Efrîniyan de pirs bi dawî netên, lê mixabin ku kes tuneya ku bersiva pirsyarên wan bidin ji ber ku hemû dunya raziye ku Kurd bindest bin û nebin xwedî dewlet, lê ew nizanin ku vîna ku bi dest Kurdan de heye dê rojekê esmanê bişkîne û xwedî dewlet û doz be û rojeke were û Efrînê ji dagîrkeriyê rizgar be û paqij bibe .
Nivîskar; Nazliyê Remedan
PUKmedia/
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23