Cengistan Hemo- Tevlî xeyalan difirim

kurdistani 05:43 PM - 2019-01-29
Cengistan Hemo- Tevlî xeyalan difirim

Cengistan Hemo- Tevlî xeyalan difirim

Tevlî xeyalan difirim ...

Li Kurdistanê kolan bi kolan digerim, govendik ji hemû olan digir im..

Sitran.. Goranî.. Kilaman bi hemû ziraveyan dixûn im...

Serê min yê bi dûman, laşê min yê tijî xwûn û şûn lêdan wênexêzekim li xerîbiyê bi bê wijdanî têm firotan..

Û li welêt bîrhatinekim bi her fermanekê re li dar im. Pêşerojek reşim li ser eniyên zarokên kurdan têm nivîsandin..

Ta girafît gelek û bê hesab bin Dîrokek im.. Biharek im.. Serhildanek im .. Efrînek ciwan û rizgar im.. Amêdî û Duhok eke azad û serfiraz im..

Amed ekî ser bihildan im.. Îlam û Urmiyê me ez şitilek im.. Nefesek ji top rîhanim, Kurdekim xwedî maf im.. Mirovek im li ser ruyê dunyayê dema birayên min bi yek rû bin li gel min..

Piştîvanek min bin li hemberî dujmin.. Hêz û banga min ewe ku yek dest bin bi yek biryar welat parêz bin.. Ser bilindiyek û ronahîyek ji bo pêşerojeke xweştir bin, Ezim çirokek bê dawî dûr û dirêj im.. Çirok û rastiya gelê arî û tîrêj rojim ez.

✒ Pênûs a :Cengistan Hemo

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket