Soran Elî derbarê nûçeyên sexte semînarek da

kurdistani 04:27 PM - 2019-01-29
Soran Elî derbarê nûçeyên sexte semînarek da

Soran Elî derbarê nûçeyên sexte semînarek da

Rojnamevan û nivîskarê kurd Soran Elî Mihemed derbarê nûçeyên sexte semînarek da.

Îro roja sêşemê 19-1-2019`an, li salona Kurdistanî New li bajarê Silêmaniyê, Rojnamevan û nivîskarê kurd Soran Elî Mihemed bi beşdarbûna hejmarek ji rewşenbîr û ronakbîr û rojnamevanên kurd, semînareke taybet derbarê sazkirina nûçeyên sexte û weşandina di kenal û saziyên ragiahndinê de pêşkêş kir.

Rojnamevan Soran Elî li Salona Kurdsitanî New, semînarekê taybet derbarê nasandin û belavkirina dosyaya taybet yê diyardeyên nûçeyên derewîn di rojnamegeriyê de pêşkêş kir û ji aliyê mêvan û beşdarvanên semînarê ve, gotûbêj û danustandin li ser hat kirin.

Di wê barê de, rojnamevan Soran Elî Mihemed ku bêhtir ji 20 salan e di rojnameya Kurdistanî New de wek rojnamnivês berdewame, ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku ew semînara ku îro li salona Kurdistanî New birêve çû ye, semînarekê derbarê dosyayê taybet bi nûçeyên sexte û derewîn di karûbarên rojnamegeriyê de bû, bi erênî derbas bû.

Hûn dikarin li vê vîdyoyê temaşeyî nêrîna rojnamevan Soran Elî bikin.

PUKmedia

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket