Çend têbîniyên li ser xwepêşandana Şîladizê

kurdistani 03:28 PM - 2019-01-28
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Gelê kurd bi helwest e, lê mixabin, aliyên siyasî kurdî li hember buyerên wiha lawaz in. Gelê kurd li her cihekê an jî parçeyekî bin, her dilsoz û welatperwere, ji axa xwe, ji zeviya xwe, ji welatê xwe, ji doza xwe hez dike, ti carî dengkirin li ser hest û helwestên gel û niyazên wan yê pak nabe.

Mirov dikare bibêje li Behdînanê û bi taybet li Şîladizê, Xwepêşandana gelê Behdînanê li dijî êrişên Tirkiye nameyeke ji bo reyadarên kurd li her çar aliyên Kurdistnê ye. Gelê kurd ji bo êrişên neyaran gotina xwe kir û ji bo jihevpijiqandina rêzên aliyên siyasî kurdî re jî gotina xwe gotin;" Êdî bese perçebûn, êdî bibin bi yek...

Mixabin d encama wê xwepêşandanê de 2 ciwanên kurd tevlî karwana nemir û pakrewanan bûn û bêhtir ji 10 kesn jî birîndar bûn. Lê di vir de, hinek pirsyar hene ku mirov li ser raman dike;

Gelo çawa asayîşê rêd bi wî xelkî ku bighêje nava kampa leşkerî ya tirkî..?

Gelo çawa leşkerên Tirk cihê xwe berdan û bûn bûn leşkerên disoz û demokrat ku li ber xwe nedan, her kes dizane ku leşkerên tirk bi esanî wiha serê xwe li ber welatiyên sivîl danaxin û piştre jî gulebarana gelê aştîxwaz dikin û gel jî neçar dimîne êdî dest bi hêrsa xwe bike û şewtandinê bike bi armanca qehir û nerihetiya xwe ji ber şehîdkirina 2 ciwanan û birîndarkirina 15 kesên din ji gelê kurd di nava axa herêmeke azad û federal de.?

Gelo hejmarek biçûk ji xwepêşanderan çawa dikarîbûn hêza asayîşê derbas bikin û xwe bighêjin kampa leşkerên tirk ku wek tê gotin ku pêşî jî nikare nêzîk bibe an bi ser de bifire?

Mixabin facebokcî û nivîskar û rewşenbîrên me pir bilez dikin û pir bi dilsozî û dûr ji zanistî û ramanî û karê bi mêjk yekeser tevdigerin û nikarin xwendineke li gor rastiyan şirove bike û arasteya gel bike. Rewşenbîr an li kêleka dijminê xwe ye, an jî li piş gelê xwe diewaste û gel gerim dike ji bo zûh bi zûh bikeve nava rûbarê an jî agirê, rewşenbîrên me ti carî rewşa xweyî û babatî jihev dernaxin û şirove nekin û rastiyan pêşkêş nakin. An reş an jî sipî. Wê yekê mala gelê kurd têkdayî mixabin.

Bi nêrîna min pêwîstebû ku asayîşê ji destpêkê de, rê nedaba bi xwepêşanderan tako rastî hovîtiya leşkerên tirk û pîlangeriya wan nehatana, mixabin ev yek wê bibe sedema serêseke mezin ji bo gelê kurd û aliyên siyasî kurdî. Dîsan ez dibêjim, gelê Şîladizê mafdare û êdî naye pejirandina ku her çend rojan êrişên ezmanî li dijî navçeyên wan bê kirin û şehîd û birîndar jî bikevin bi bê tawan.

Eger buyerên wiha hestyar zûh bi zûh neyên bi yasakirin, wê demê metirsî berferehtir dibe li ser gelê kurd, gelê kurd mafdare ku neyarên xwe di nava xwe de nepejirîne, mafdare ku daxwaza derxistina artêşa tirk bike, mafdare ku desthilatdariya neyaran li ser xwe nepejirîne. Lê bi nêrîna min, ev yek pêwîstuiya wê bi xwepêşandan li ber parlemana Kurdistanê an jî parêzgaha Duhokê bi awayekî aram û aştîxwaz hebû, ne yekser berê xwe bidin leşkergeheke tirkan ku piştre jî wek bihaneyek ji bo ku aliyên kurdî li dijî hev du derxîbne wek sala 1992`an ku çiqas pêşmerge û gerîla şahîd ketin û tenê yê ziyan dîtiye, gelê kurd e.

Ev buyer pir lêkolîn û vekolînê dixwaze tako bê zelalkirin. Ji ber ku ez bi xwe ji pêşhatên piştî vê buyerê pir ditirsim ku Tirkiyê fexek ji bo aliyên siyasî Kurdistanî venabe tako bi esanî bighêje rêkevtineke bi hinek aliyên siyasî kurdî li dijî ên din tako şerê birakojî dest pê bike.

Ez bi hêvî me ku gelê me hişyar be û aliyên me ên siyasî jî pir hişyar bin ji vê buyerê û hewil bidin ku bi diyalog û hişmebndî buyerên wiha jihev derxînin û çareseriyeke guncaw bibînin. Di wê barê de ez jî bo her malbatên du pakrewanên ciwan dibêjim bila serê tevahiya malbatên dilşewitî sax be û cansaxî jî ji bo birîndaran..

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket