PUKmedia, her çar perçeyên Kurdistanê hembêza xwe

kurdistani 05:28 PM - 2019-01-23
Dr. Mihemed Ehmed Berazî

Dr. Mihemed Ehmed Berazî

Dr. Mihemed Ehmed Berazî serokê Komeleya Hêvî ya Dostaniya Kurdistan-Kazixistanê û îalakvanê siyasî kurd li dervayî welat, ji bo salvegera 16`mîn ya damezrandina PUKmedia`yê, birûskeyeke pîrozbahiyê şand û evê li xwerê naveroka wê ye;

Xwîşk û birayên hêja û delal li malpera PUKmedia`yê..

Sernûser û rojnamevan û karmendên PUKmedia`yê ên rêzdar..

Bi boneya salvegera 16`mîn ya damezrandina PUKmedia`yê, ji dil ez we hemûyan pîroz dikim û destxweşî li we dikim.

Bi rastî PUKmedia gelek nûçeyên xwe hene ku di xizmeta doza gelê kurd de ne û doza gelê me xistiya hembêza xwe ku her çar parçeyên Kurdistanê li xwe digre, lê bi taybet Rojavayê Kurdistanê ku di serî de, li ser rewşa Kobanê û Efrînê şirove û zelal dike û nûçeyan zû bi zû vedighuse bo raya giştî herêmî û cîhanî.

Ji ber wê jî, ez ji dil û can pîroz dikim û hêvîdarim ku PUKmedia di tevahiya cîhanê de bibe cihê girîng ji bawerî û xizmekgûzarî û gihandina dengê kurdan bi hemû cîhanê û her serkevtin û serfirazî ji bo PUKmedia`yê..

Birayê We; Dr. Mihemed Ehmed Berazî

Kazixistan...

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket