Birûskeyên pîrozbahî û têbîniyên rojnamevanan

kurdistani 04:22 PM - 2019-01-22
PUKmedia 16`e sal ji xebat û kedê

PUKmedia 16`e sal ji xebat û kedê

Ji bo salvegera 16`mîn ya damezrandina malpera PUKmedia`yê, hinek ji rojnamevan û rewşenbîrên kurd birûske û peyamên xwe ên pîrozbahî û têbîniyên girîng ji PUKmedia`yê re şandin û em jî wek xwe diweşînin.

1- Birûskeya pîrozbahiya 16`mîn salvegera damezrandina PUKmedia`yê ku ji aliyê xwendekara Zanêngeha Efrînê ya berê Rêvan Mihemed Hesen ve hatiye şandin.

Di 16'emîn salvegera damezrandina malpera PUKmedia`yê de, ez wek keçeke Efrînî dixwazim nêrînên xwe derbarê kar û xebatên va malpera kurdî de bidim nîşan..
Destpêkê salvegera malpera kurdî pîroz dikim, malpera PUKmedia, malperek xwedî rolek berçav û bêhempa bû di berxwedana Koban û Efrînê de.

Xwedî cewhereke pir giranbuha di dilê her kurdekî de ye, di her gavê de zêdetirî enerjiya xwe xizmeta gelan dike, çi bi wêne û çi jî bi nivîsandin.

Di dawiyê de dikarim bêjim ku malpera PUKmedia, deriya me ber bi cîhaneke wekhev û azad ve dibe..

2- Rojnamevan û hewalsazê berê yê beşa kurmancî di PUKmedia`yê de, Şêro Mamo jî birûskeyeke pîrozbahî û têbînî ji PUKmedia`yê re şand;

PUKmedia 16`e sal ji xebat û kedê

16`mîn salvegera damezrandina PUKmedia ku di warê ragihadina elktironîk de yek ji rûpelên pêşenge a ragihandina Kurdiye li hemû xebatkar û rêvebirên malpera PUKmedia`yê pîroz dikim.

PUKmedia di temenê xwe ya ciwan de herdem li pêş bû û dengê rasteqîne ya bûyer û rûdewên li seranserî Kurdistanê rû didan bû, ew di demên herî zor û dijwar de dengê berxwedana Rojavayê Kurdistanê û berxwedana Kobanê bû, xwedî xebateke pîroz û bi rumete,  hew ji me tê em vê xebata pîroz… Careke din pîroz bikin.

Hêviya me ewe, ev rûpela ku barekî giran li ser asta ragihandina Kurdî daye ser milê xwe  her pêşkeve û berdewam be di xebat û keda xwe de , bi teybet li ser  asta ragihandina Kurdî ya bi tîpên latînî û di vê warî de pirtûkxaneya rojnamevanî ya Kurdî dewlemend bike.

3- Hewlsaz û karmendê berê yê Malpera PUKmedia`yê Elî Şêr Kazixistanî peyameke pîrozbahî û têbîniyan ji PUKmedia`yê şand û evê li xwerê naveroka wê peyamê ye.

Beriya her tiştî 16 saliya PÛKmedia`yê pîroz be, ez di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim. Bi rastî di 16 salên derbazbûhî portal PÛKmedia kar û xebatên gelek mezin û serketî kir, taybetî di gihandina nûçeyên Kurdistan ê bi sê zimanên (Erebî, Înglîzî û Rûsî ) yên sereke ku Cîhana me di roja îro de pê diaxivin.

Lê li gor nerîna min dive porta PÛKmedia`yê, hejmara nûçêyên xwe zêde bike, taybetî beşên latînî, girîng e bidine torên civakî yên wek Facebook, Twitter, her çiqas pêştir girîngêyek ji torên medya civakî re dahat danîn.

4- Birûskeya pîrozbahî û têbîniyên rojnamevan Dawud Çîçek ku yekek bû ji hewalsazên malpera PUKmedia`yê...

Bi bonya 16`min salvegera damezrandina malpera PUKmedia`ye, pîrozbahiyên xwe ji bo mamoste Karwan Enwer sernivisere malpera PUKmedia      û her weha ji bo mamoste Hozan Efrînî berpirse beşa kurmancî û hemî karmend û hevalên heja li malpera PUKmedia ya heja ku min jî demeke dirêj li wê dibistanê kar kiribû.
Careka din bi vê boneya pîroz, ez pîrozbahiyên xwe li salvgera 16`mîn ya malpera PUKmedia`yê dikim û serkftin û serfiraziyê dixwazim.

Birayê we Dawud ÇîÇEK rojnamevanê kurd ji herêma Efrînê ya dagîrkirî

5- Rojnamevan û çalakvana jin ya Efrînê ku di asta navneteweyî de tevdigere û ji boparastina maf û azadiyên Efrîniyan erkdarî xistiye ser milê xwe, Emîne Misto ku berê li Efrînê bi navê Elînde`yê karê peyamnêrtiya Radyoya Newa û PUKmedia û piştire jî Dengê Amerîkayêdikir û niha jî ev peyam ji me re şandiye;

PUKmedia jêderke girîng e li ser asta Kurdistanê bi taybet li Rojava. Di demeke dirêj de ku Ragihandina kurdî di rewşeke dijwar de bû, PUKmedia dengekî bilind bû. Û baweriya xelkê pê dibû û Bala raghandina Cîhanî dikşand.

Em wek xelkê Rojavayê Kurdistanê her car vedigerin PUKmedia weke jêderke pispor ku piştgiriya şoreşa Rojava kirin û ji zû ve peyamnêrin xwe eyarkirin daku êş û berxwedaniya xelkê herê biderxîn e di binpêkirina li Efrînê de êş û kulê Efrîniyan belavdike, tevî ku berê jî peyamnêreke xwe li Efrînê hebû.

6- Dr. Mihemed Ehmed Berazî serokê Komeleya Hêvî ya Dostaniya Kurdistan-Kazixistanê û îalakvanê siyasî kurd li dervayî welat, ji bo salvegera 16`mîn ya damezrandina PUKmedia`yê, birûskeyeke pîrozbahiyê şand û evê li xwerê naveroka wê ye;

Xwîşk û birayên hêja û delal li malpera PUKmedia`yê..

Sernûser û rojnamevan û karmendên PUKmedia`yê ên rêzdar..

Bi boneya salvegera 16`mîn ya damezrandina PUKmedia`yê, ji dil ez we hemûyan pîroz dikim û destxweşî li we dikim.

Bi rastî PUKmedia gelek nûçeyên xwe hene ku di xizmeta doza gelê kurd de ne û doza gelê me xistiya hembêza xwe ku her çar parçeyên Kurdistanê li xwe digre, lê bi taybet Rojavayê Kurdistanê ku di serî de, li ser rewşa Kobanê û Efrînê şirove û zelal dike û nûçeyan zû bi zû vedighuse bo raya giştî herêmî û cîhanî.

Ji ber wê jî, ez ji dil û can pîroz dikim û hêvîdarim ku PUKmedia di tevahiya cîhanê de bibe cihê girîng ji bawerî û xizmekgûzarî û gihandina dengê kurdan bi hemû cîhanê û her serkevtin û serfirazî ji bo PUKmedia`yê..

Birayê We; Dr. Mihemed Ehmed Berazî

Kazixistan...

7-Nivîskar û helbestvanê Rojavayê Kurdistanê Sêvedîn Arafat jî ku şopêner û nivîskare bi PUKmedia`yê re, di salvegera 16`mîn ya damezrandina PUKmedia`yê de, peyameke pîrozbahî û têbîniyên xwe jî arasteya PUKmedia`yê kir.

Ez Salvegera PUKmedia-yê Pîroz Dikim:


Tê zanîn ku ev nêzî 40 salî ye Ragihandina Elêktronîk peyda bûyê li ser rûzemînê, ji ber PUKmedia jî temen 16 salî ye; ango ew nifşê pêşî ye ji weha rengê Ragihandinê. Li ser asta cîhanî eva bi serê xwe cihê rêz lêgirtinê ye.

Belê 21.01.2003-an PUKmedia hate cîhanê di wê demê de, eva bi serê xwe Şoreşek bû di warê Ragihandina Kurdî de, ji hingî ta niha 5840 roj û 140 160 katjimêr derbasbûne, ku PUKmedia bê rawestan û razan ango 24 katjimêran rojana dixebite; nûçe û hewalên Kurdistanê, cîranên Kurdistanê, dewletê dagîkerên Kuristanê û hemî cîhanê ji me re radigihîne, û em hemî li malê xwe paldayî ne, êdî negereke em herin rojane Kovar û Rojnaman bikirin, eger alavekî weha li ber destî me be her xulek û katjimêrekê.

Ez weke kesekî Kurd vî karê giranbiha li hemî Karmendên PUKmedia yê pîroz dikim û bê guman li Partiya Yektî Niştîmanê Kurdistan jî pîroz dikim, bi hêviya ku vî karî berdewam bikin, PUKmedia hîn bi rengekî xweştir û geştir bi weşînin.

Bila PUKmedia dengê hemî xwendevanan be, bila guh medê dengê partiyan, bila raman û dengê welatparêzên Kurd biweşîne çendî ew deng û reng dijî yên Partiyan bin.
Ez hêvî dikim PUKmedia diyarîyekê bide xwendevanên xwe bi boneya Salvegera 16-emîn a daezirandina malpera PUKmedia, ew jû wê diyariyeke baş be ji bo melyonê Kurdan û bilî Kurdan, dema weşanên xwe bi 5 zimanine din ring zêde bike û biweşîne, nemaze dema hîn bê-alîtir be ji partiyên Kurdan; û rê bide hemî ramanên bê guman li gor zagonên ragihandinê.

Karmendên xoşewîst, keç û xortên delal, xwîşk û birayên ku di PUKmedia yê de dinvîsin; bi boneya salvegera 16-mîn a damezrandina malpera PUKmedia-yê, ez bi dilekî germ we tevan pîroz dikim û spasiya we dikim.

Ez hêvîdarim ku hûn weha her serkeftî bin digel rêz silavên min.

Sêvdîn Arafat
Elmaniya, 22.01.2019

8-Her weha çalakvanekî din yê Efrînê li Almanya yê Dr. Seydo Dîko ku yekeke ji şopênerên PUKmedia`yê ye  û salvegera 16`mîn ya PUKmedia`yê wiha pîroz kir û nêrînên xwe jî bi zelalî anî ser bnivîs:

Di sedsala 21 an de, rojnamegeriya kurdî gavên pir girîng û balkêş avêtin, û xwe li gor pêşketinên têknolocî rûyekî xwe yê nû afirand. Di encamê de sedan malperên elektironîk û ênternîtî hatin sazkirin, yek ji wan PUKmedia bû.

Rengê wê ji destpêkêda xuya û zelal bû, xetekî kurdî û niştîmanî bû ne bes li ser asta herêma Başûrê Kurdistanê, lê her çar perçeyên welêt jî li xwe digre. PUKmedia dengê pir nivîskar û dengvedana gelê Kurdistanê bû. Bi taybet PUKMEDIA bû pencereya şoreşa Rojava, ji desptpêkê da heya îro, kêlîk bi kêlîk bûyerên Rojava radigihandin û belavdikrin û cîhan bi Rojava naskirin dida. PUKmedia dikarî di demeke kurt de xwe îsbat bikira ku ew dengê gelê kurd e, û li her derekê ye di her demekê da.

9- Yusif Zozanî salvegera PUKmedia`yê pîroz kir

Siyasetvanê kurd Yusif Zozanî jî salvegera damezrandina PUKmedia`yê pîroz kir.

Peyama siyasetvan û kadroyê dêrîn yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Yusif Zozanî birûskeyeke pîrozbahiyê ji PUKmedia`yê re şand û destxweşî û pîrozbahî li tevahiya berpirs û karmendên malpera PUKmedia`yê kir û ev jî naveroka wê birûskeyê ye;

"Xwîşk û birayên berpirs û karmendên PUKmedia`yê yên hêja, bi boneya salvegera 16`mîn ya damezrandina malpera PUKmedia`yê, ez destxweşî û ji dil we pîroz dikim û spasiya we dikim ku hûn xizmeteke pir girîng û mezin pêşkêşî gelê me yê Kurdistan bi giştî û yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî dikin û hûn zanyariyên rast û dirust dighînin wan ku di xizmeta doza gelê me û tekoşîna wê ku ji bo azadî û demokrasiyê ji xwe û ji bo hemû gelên navçeyê re ku dike. Careke din ez destên destxweşî û pîrozbahî li we yek bi yek dikim û serkevtin û serfiraziyê ji we re dixwaz im."

Yûsif Zozanî

21-1-2019

10- PUKmedia, rastiya ragihandina azad û neteweyî ye

Salvegera 16’mîn ya damezrandina PUKmedia’yê pîroz be

Piştî karkirin û xebatkirina bêhrtir ji 9 salan di hundir stafa PUKmedia`yê de, li gor erk û xebata ku min di warên wergerandin, nivîsandin, dizayînkirin, nûçesazî û raportên nûçeyan û hevpeyvînkirin û rêportajkirinê, bi reşkawî dibêjim; PUKmedia, rastiya ragihandina azad û neteweyî ye.

Salvegera 16'mîn ya damezrandina PUKmedia'yê ku di heyama Salekê de bêhtir ji 2500 nûçe li ser Rojavayê Kurdistanê sazkiriye û weşandiye...
Yekem saziye ragihandinê bû ku li Başûrê Kurdistanê peyamnêra xwe taybet ji Silêmaniyê şand Efrînê

Di piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşenga ragihandina başûr bû.

Em vê rojê li tevahiya rojnamevan û îalakvan û gelê me yê kurd pîroz dikin.

Rojnamevan û hewalsazê PUKmedia`yê ji 2010`an ve....Hozan Efrînî

PUKmedia

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket