Çileya koça dawî ya Mistefa Salih birêve diçe

kurdistani 06:33 PM - 2019-01-16
Nemir Mistefa Salih Kerîm

Nemir Mistefa Salih Kerîm

Wê li bajarê Silêmaniyê Çileya koça dawî ya Mistefa Salih birêve diçe.

Di roja duşemê 21-1-2019`an, demjimêr 2:30 xwelekan piştî nîvroyê, li bajarê silêmaniyê di hola tawerê de, wê merasîma çirojiya koça dawî ya ronakbîr û rojnamvanê dêrînê kurd nemir mamoste Mistefa Salih Kerîm birêve diçe.

Di roja 16-12`an 2018`an de YNK koça dawî ya Mistefa Salih Kerîm ragihandibû


YNKê bi fermî koça dawî ya ronakbîrê mezin ê kurd mamoste Mistefa Salih Kerîm ragihandibû.

Di roja Yekşemê 16-12-2018`an, Mekteba Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê, windakirin û koça dawî ya nivîskar û rojnemevan ê Kurd yê mezin mamoste Mistefa Salih Kerîm dabû ragihandin.

Her weha Mekteba Ragihandinê bi riya peyamekê ragihandibû; Bi xemgînî û dil tengiyeke mezin, me nûçeya koça dawî ya ronakbîr û rewşenbîr û nivîskarêî naskirî yê kurd mamoste Mustefa Salih Kerîm li bajarê Silêmaniyê bihîst. Salih yek ji mezntirîn rojnamevan û nivîskar ê Kurd bû û rola

Di dirêjahiya belavoka serxweşiya mekteba ragihandina YNKê de, wiha dirêjahî pê da ye; Nemir mamoste Mistefa di pêşkeftina asta wêjeyî û zimanê Kurdî û Çandî de, gelek mezin bû.

Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di dawiya wê ragihandinê de, wiha anî ser nivîs; Em bi boneya koça dawî ya nivîskarê mezin û endamê mekteba Ragihandina YNKê, serxweşiya xwe û tevahiya endam û rêvebirên xwe li malbet û dost û hevalên Mustefa Salih Kerîm dikin û ji Xwedê hêvî dikin ku bihinfirehiyeke mezin bide nas û malbeta mamoste Mistefa Salih Kerîm û înşala dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî biheşt be .

Jiyannameya nemir Mistefa Salih bi vîdyo...

Jiyanameya ronakbîr û nivîskarê naskirî yê gelê kurd nemir mamoste Mistefa Salih Kerîm ku yekek bû ji wan kesên ku cihê xwe di desteya damezrênerê Yekîtiya Nivîskarên Kurd û xwediyê bi dehan û sedan babatên rojnamevaniyê bû, di derxistina rojnameya Al-Êtîhadê û Kurdistanî New de xwedî roleke mezin û li ber çavan bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket