YNK û PDKê dema pêkanîna hikûmetê diyar dikin

kurdistani 06:14 PM - 2019-01-14
YNK û PDKê dema pêkanîna hikûmetê diyar kirin

YNK û PDKê dema pêkanîna hikûmetê diyar kirin

Her du aliyên siyasî YNK û PDKê dema pêkanîna hikûmetê diyar dikin.

Peyvdarê her du aliyên Kurdî YNK û PDKê di kongireyeke rojnamvanî de, encamên civîna xwe aşkire dikin.

Sedî Pîra raihand; Civîna her du aliyan gelek erênî bû, emê di danûstandinan de berdewam bin, û karê YNKê yê sereke ew e ku amadekirina programekî siyasî û rêvebirî hevbeş ji bo pirsa Kerkûkê.

Peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdiostanê Sedî Ehmed Pîra di dirêjahiya axivtina xwe de, da zanîn ku her du alî li ser wê yekê lihevkirin ku pêwîste ev hikûmet hikûmeteke hevbeş be di hem waran de.

Her weha ji aliyê xwe ve jî, peyvdarê fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê jî ragihand; Hat zelalkirin ku YNK-PDKê dikarin karekî baş bi hev re bikin, ji ber wê jî, tekez li ser aramiyê di navbera YNKê û PDKê de hat kirin û wê di demeke nêzîk de, her du lîjneyên politburoya her du aliyan wê li hev du kom bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket