Netanyahu li Êrîşên Esmanî yên Dijî Sûriyê Mukur Tê

kurdistani 04:59 PM - 2019-01-13
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje êrîşên esmanî yên Îsraîlê vê dawiyê çekên Îranî ji xwe re kirin armanc.

Di axaftinekê de li kabîneya Îsraîlê Netanyahu got:

“Di 36 demjimêrên derbasbûyî de, hêzên esmanî êrîş birin ser bingeheke çekan a Îranê li firokxaneya Navnetewî ya Dîmeşqê."

Îsraîl kêm caran li êrîşên esmanî yên dijî Sûriyê mukur tê.

Netanyahu got: jimara li ser hev a êrîşên me, diyar dike ku em bêhtirî her demeke berê rijd in ku şerê Îranê li Sûriyê bikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got êrîşên Îsraîlê hin cihên nêzkî firokxanê û derdora herêma Kiswe ya başûrî Dîmeşqê kirin armanc.
PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket