Rewşenbîrên Rojava ji bo destpêşxeriya KNKê çi dibêjin?

kurdistani 07:03 PM - 2019-01-10
Nêrîna rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ji bo KNKê

Nêrîna rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ji bo KNKê

Derbarê Armanca pêkanîna komîteya yekrêziya aliyên Kurd li Rojava ji aliyê Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê ve çi ye û wê çawa bikaribe astengiyên ku di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê de bi hêsanî çarser bike ku ji 1957`an ve ew alozî hîn jî bi giranî dirêj dikin.?

Di vê mijarê de, me nêrînên çend rewşenbîr û siyasetvan û nivîskarên kurd bi destxist û ji xwenevanên xwe re weşand:

Biradost Mîtanî; "Gava ku KNK pê radibe li gor hêviya gelê Kurd e"

Nivîskar û lêkolîner û dîrokzanê kurd di derbarê destpêşxeriya Kongireya Neteweyî ya Kurdî de wiha nêrînên xwe ji PUKmedia`yê re anî sernivîs;

Di serî de ez bêjim: Ji xwe berya hemû tiştî, û ku çi qas zehmetî û nakokî hebin jî, ez bi çi hewildanên ku bibin di ber yakîtiya Kurdî re me.
Ez vê hewildana KNK rast û cedî dibînim, ji ber ku ji aliyekî ku rasteqîn ji doza KURDÎ re dike. Û ji ber ku ew hertim hevsengiya têkoşînê dizane, çimkî ew di dibistana netewî de perwerde biwe û wilo li riyên serkeftina doza KURDÎ digere. Çi qas KNK nûnera sazî û partiyên xwediyên qurbaniyan û şehîdan jî be , wilo jî dixwaze ku hêza KURDÎ roj bi roj xwert bike û aliyên Kurdî li hev bicivîne û kom bike.
Hêjayî gotinê ye ku KNKe di wê xebatê de bi ser dikeve.

Lewra hêviyên min çi qas ne xwert bin jî, bi yekîtiyek temamî û sergihayî ji TEVGERA SIYASÎ re, lê ev destpêşxêrî dê ta radeyek encamên netewî bi dest bixe , bi taybet di celde û şeqama KURDÎ de. Em zanin ku zehmetî hene , bi taybet dema ku îro ENKSÊ di nav hemahigna itîlafa ku piştgiriya xwe ji rêjîma Tirk digire . Lê ez weke henekan nakim, ewên nexêrxwazên doza KURDÎ ne, û ez weke wan behsa derxistina astengî û engelan nakim , ji ber ya rast ew e ku rêvebiriya Xweser ,ENKSÊ û partiyên din wan nakokiyan bi hevdîtin û guftûgoyên bi hev re çareser bikin.

Gava ku KNK pê radibe li gor hêviya gelê KURD e.Hemû xêrxwaz û Kurdperwer, li benda gaveke halo ne ,û bi hêvî ne ku bi ser bikeve, û wilo bi hêvî ne jî ku partiyên KURDÎ yên ku li ber yekîtiyê nedihatin ji parastina bercewendiyên xwe yên kesayetî, dev ji wê ezezîtiyê berdin, ji ber dijminên kurdan pirin û ew dixwazin ku KURD tarûmar bin, lê berevajî vê yekê dostên KURDAN dixwazin ku KURD yek bin. Lewra rojeva îro li ser partiyên KURD ferz dike, ji hemû deman bihtir ku yekrêziya KURDÎ pêk were, nexasim piştî biryara EMERÎKÎ ya vekşîna hêzên xwe ji SÛRÎ û zelalbûna armancên rêjîma tirk a ku dixwaze BAKURÊ SÛRÎ dagir bike û pêre hebûna doza KURDÎ bikuje.

Rêz û silav û serkeftin ji vê xebata bo yekîtiya KURDÎ re. Serkeftin ji PUK medya re jî, ku halo dibe çavkaniyek ji ragihandina neteweparêz re.

Emîne Misto;"Dewleta Turkiyê ku dixwez e kurdan tune bike û hîn partiyên kurdî di hebêza Turkiyê û hevalbendin wê dane"

Di heman mijarê de, rojnamevan û şalakvana jin ya Efrînî Emîne Misto jî wiha ji PUKmedia`yê re nêrînên xwe anî ser nivîs û wiha pê de çû; "Her Hawildanek ji bo yekrêziya aliyên kurdî Cîhê hurmetê ye, destpêşxeriya kongira netewî kurdî knk di demeke pir girîng û lawaz de tê, metirsiyên li ser doza kurdî li suriyê û mayîna kurdan zêdetirdibin."

Lê weke em dizanin hawildanin berê jî hebun, ma gelo çi taybetmendiya banga KNKê heye? Û aliyên kurdî çiqas hazirin ku bervhevdu werin.
Bi dîtina me gerke xwestekin hemu aliyan bên ser masê û bi eşkere werin gengeşekirin, têrê nake her aliyek bêje ez dixwezim tev yekrêziya kurdî bibim
gereke bingehek danustandinê hebe, her kes bi hinek zirar razîbe, ji ber kû her aliyek bi tenê hinek destkeftiyên xwe hene, ger bi aliyên din re parveneke, wê tu çareserî neyê dîtin
ji aliyekî din ve Rêveberîk li ser Erdê heye, gereke ew Rêveberî bê serrastkirin ji şaştiyin hene, ger hilweşandina Rêveberiyê bibe xwestek, pir zehmete li hevdubikin.
Terê nake ku navendên partiyan hatin vekirin, ji ber ku ev mafekî Rawa ye, gerke danustandin li ser bingehekî demokrasî bê destpêkirin,
Xala girîng ewe destnîşankirina Dijmin e.
Bi taybet Dewleta Turkiyê ku dixwez e kurdan tune bike û hîn partiyên kurdî di hebêza Turkiyê û hevalbendin wê dane

Selah Musa; "Banga min ji bo birayên me yên ENKSê dem hatiye"

Rewşenbîrê dêrîn û nivîskarê kurd li Almanyayê Selah Musa jî wiha nêrîna xwe derbarê babeta destpêşxeriya KNKê jib o yekrêziya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê anê ser nivîs û wiha dest pê kir; Bê guman yekîtiya Kurdan di vê serdemê de pêwîstiyeke giringe, dagirkerên Kurdistanê çiqas li dijî hevin, li ser qirkirina gelê Kurd û tunekirina nexşa Kurdistanê dibin yek.

Gelo ji bo çi Kurd wek tevgera siyasî wek Partî sûd ji dîroka gelê xwe ya derbasbûyî nagirin û li hev nacivin, ku bi rastî bibin nunerê gelê xwe bi yek deng û yek armanc.

Rojhilata navîn di guhartinên mezin de derbas dibe, eger Partiyên kurd xwe wek berprsiyarê gel dibînin û nikaribin li gorî demê bilivin û ne jîr bin li hember lîstukên dijmin, wê Kurd carek din piştî guhertinan bindest, hejar , belangaz û bê par bimînin û li ber deriyê Ereb, Tirk û Farisan wek parsekan bin û tu carî yê nikanibin xewna mezinê me Ahmedê Xanî bînin cîh.
Gotina birêz Cîgerxwîn raste
(KURDINO bibin yek)
Eger hûn nebin yek, hûnê biçin yek bi yek.

Ez jî dibêjim, em hevdu temam dikin wek çawa destê çepê destê rastê temam dike jê re dibe alîkar û çavê rastê û çepê li gel hev kardikin.
Erê em bi hevdu mezin û xort dibin, em ji hev nabin, çiqas jî em ji hev cudabin armanca me xewna me yeke .

Gava û banga KNK çiqas derngbe jî, ez pîroz û mubarek dibînim û di cîh de ye, xwaziya ev gav berî 5 salan pêk bihata, li dîsa jî ev bang dikane bibe bersiva demê, ku em Kurd li Rojavayê Kurdistanê li hev bicivin û bibin yek deng, pêwîste em bi hemû piştgiriyê bidin banga KNKê û bibin alîkar ji bo yek Sîwan li Rojava, erê armanca kedxar û keftaran bi tenê çawa Kurdan têkbibin û wan deskevtinan li Rojavayê Kurdsitanê hilweşînin ji hev bêxin û xwîna bi hezaran Şehîd vala biçe û kurd her tim bin dest bimîne .

Ez hêvîdarim, ku em carekê li dîroka xwe a ku bi xwînê hatiye nivîsîn vegerin, çawa fermana qirkirin û ji holê rakirina gelê kurd ji xwe re kirine armanc temaşe çawa li Agirî li Palo li Dêrsim li Mihabad li Halebçe li Kobanî li Efrîn kirin.

Ez bang li Hewlêr, Silêmanî û Qendîl dikim, bibin alîkar ku partî û hêzên siyasî li Rojava bibin yek, alîkariya me bikin em di bextê we de ne, em birayê we ê bi çukin .alikariya we ji bo me di vê demê de pêwîste ,ku em bibin yek rêz û yek deng.
Îro di 07 .01 .2018 li Bakurê welatê me li bajarê Amedê 7 partiyên Kurda dengê xwe kirin yek bi yek armanc bi yek lîste diçin hilbjartinên ê ku di 31 .03 .2019 li seren serî Tirkiyê pêk tên. Ev jî gavek pîroze ji bo gelê Kurd li Bakurê Kurdsitanê.

Banga min ji bo birayên me ê ENKSê dem hatiye, ku Kurd li Rojava destê xwe bidin hev û xwe bikin yek deng yek xwestek yek armanc.
Gel û Dîrok tu carî bexşînî qebul naka eger hun nebin yek, bi teybetî di vê demê de.
Pêwîst nake ez ji bo we helwesta dewlela Tirkiyê û Oposizyona Sûriyê yê ku li Tirkiyê û bi destê Tirkiyê dilive şirove bikin, ji ber ku hûn baş dizanin, ku bawerî bi wan nabe, ew bi yek çavî bi yek navî li Kurdan temaşe dikin.


Dr. Mihemed Zêno; Yekrêziya tevgera Kurd daxwez û umêda her kurdekî ye"

Ji aliyê xwe ve jî, nivîskar û rewşenbîrê kurd Dr Mihemed Zêno jî di heman mijarê de, nêrînên xwe ji PUKmedia`yê `re anî ser nivîs û wiha dest pê kir; Ev bû çend rojin kolana û raya giştî ya Rojavayê Kurdistanê mijûlî kêşa li hev kirin û berhevkirina hêz û aliyên Kurd e.
Bê guman Yekrêziya tevgera Kurd daxwez û umêda her kurdekî ye, hemû partî û rêxistin û kesayetiyên kurd daxweza wê dikin.
Ji ber hindê ez banga KNKê pêwîst û girîng dibînim ,her çendî deteng be jî. Heyam gelek nazik û hestiyare, xetera dewleta turk pirr bi cidî ye û bi tirs e. Me li Herêma Çiyayê Kurmênc /Efrîn ê dît ku armanca dewleta turk ne tenê PYD ye, belê hebûna Kurda ye.

Çi helwest bikanibe vê metirsiyê lewaz bike gereke em li dorê bicivin û hembêz û xort bikin.
Helbet di siyasetê de mirov nikane her daxwezekê bi dest bixîne, lewra dibê aliyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hin mercên berhevhatinê nerim bikin.
Bi nêrîna min be, pêwîste Kurd bi yek şandê berê xwe bidin Şama paytext û bi rayadarên Şamê re têkevin danûstandinan, ew kêşa Kurdî kêşeyeke niştimanî Sûrî ye.
Îro em dibînin ku Welatên Yekgirtiyê Amerika bi zelalî piştevaniya me dike, her çendî ev piştevanî girîng û pêwîste be, ew her dimîne faktorekî alîkar ne faktorekî sereke.
Baş e demê piştevaniya welatan hebe, Welatên xwedî bandor, lê ew her dikeve bin xêza " alîkarî ". Dibe ku li hevhatina hêzên Kurdan pirsa rizgarkirina herêma Çiyayê Kurmênc /Efrînê hêsan bike. Ez bi hêvîm e hemû aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bên ba hev û pilatformakê bo xwe peyda bikim. Wê gavê misoker piştevaniya her hêzekê Kurdistanî wê li pişt me bin.

Apê Mihemed Xelîl; "Li Cizîrê kes nizanê kî bi kêva girêdayî ye"

Apê Mihemed Xelîl ku temenê xwe ji 70 salan derbas kirî, kesayetiyekî xwedî helwest û nêrînên nîştimanî ye, li dervayî welat jî pir mayî û xebatên rewşenbîrî û çandî di xizmeta doza gelê kurd de bi gelek kesayetiyên kurdî re jî hevpar bû ye ku yek ji wan kesayetiyên ku apê Mihemed pê re daye û standiye serok Mam Celal bû ye, di barê mijara destpêşxeriya KNKê jib o yekrêziya gelê kurd û aliyên ramyarî kurdî li Rojavayê Kurdistanê wiha bersiva PUKmedia`yê da; Silav û rêz ! Destpêşkiriya KNK pîroze , hîwa me bi serkevin di vê babetê de û bighênin yekrêrêziya kurdên Sûryê, lê mixabin kurdên Sûryê ne xwediyê mêjiyên xwe ne.

Li Cizîrê, gola req û beqa ye, kes nizanê kî bi kêva girêdayî ye, hemu ajansên beyanî li wir dixebitin û nêwnerên xwe di nav rêzên kurdan de hatine çandin, diyare yên li her deverê jî hebin. Kurdên Sûriyê di bin hukariya tevgerên başûr û bakur da dijîn.

Li başur doza kurd li sala 1965 - 1966 kete dubendiya birêz Îbrahîm Ehmed û Mam Celal le layek û Mila Mistefa Barzanî li layekî tir . li du rêkevtina 11. 3 . 1970 Mam Celal û hevalbendên wî rêkevtin pîrozkirin û daway lêbihorîn ji gelê kurdistanê xwastin , Milla Mistefa bi navê gelê kurdistanê ew baxşandin û vegeryan kurdistanê û pêşmerge tevî hevbun . Ev berseke gereke bibe ji kurdên surya ra dersek bo yekbuna hêzên leşkerî.

Pirsa min ji KNKê: Hûn kanin ENKESê hûnin bo danîştinê? Ji ber ku erêkirina Tirkiyê û kak Mesud Barzanî pêwîste. Ev merce jî Yê were ci, eger Amrîka Xanimekê di ciyê pizîkbira Madlîn Ulbrite bi nav bikê û bang hemu serekpartiyên kurdan ke, ku werin û hevdu ramusin û hembêz kin û danîşin û çareseriyê ji kurdên Suryê ra bibînin . Eger ev kareta han eger KNK kanê bi cih bînê ? Eger na, baweriya min pê nayê ku bighîne tu armancê.
Berî her tîştî gereke bawerî li ba her partiyekî çê bibe hêka xwe li gor kûna xwe bike, wê çaxê yê bi hevgînin.

Siyasetmedarên kurd pêwîste welatparêz û nîşitmanperwer bin. Xwedî rûmet û fedakar bin, Çav li ne malê dinê bin, ne li dû berjewendiya kesayetî bigeri. Yanê yan flus yan namus

Her weha lêkolîner û nivîskarê kurd Pîr Ristem jî di bare destpêşxeriya KNKê de û avakirina komîteyeke taybet jib o yekrêziya aliyên siyasî kurdî li Rojavayê Kurdistanê wiha pê de çû; Gava KNKê ji bo yekrêziya aliyên siyasî li Rojavayî Kurdistan helbet cihê pejirandin û rihetiyê ye û divyabû ji zûda ev gav bihata avêtin, lê wek dibêjin„ bila avis be û bila bi derengî be“; Ango kengî em karibin tevgera kurdî ya siyasî ber bi hevdu bînin, ji bo doz û miletê me ewê baş be, nemaze du qonaxa îro de ku gefûgurê Tirkan li ser Rojava û destkewtinên miletê bêtir tûjbûne, vêca gava em karibin di roja îro de û li hemberî gefên Tirkiyê gotina xwe bikin yek, emê wê rût bikin di gotin û îdea ku dibêje: „Ez ne şerê Kurdan dikim, lê şerê terorê“, ji ber wê hîgê, ango gava Kurd bibin yek ew gotin ji destê Tirkan derdikeve û wilo rizgarkirina Efrîn jî hesantir dibe ji ber ku tihicet di dest wê û Çeteyên Îslamî de namîne ku ew li Efrînê bimînin, ji bilî ku ev yekbûna Tevgera Kurdî wê aramiyê têxê hundir civaka Kurd û bihêlê em weke miletê duyemîn li Sûriyê bi yekdengî bi aliyên dîtir; çi rêjîm dibe û çi jî opszion be, em bi wan re têkevin guftûgoyê.

Yanê ev yekrêziya siyasî dê bihêlê helwesta kurdî li Sûriyê bi hêztir bibe û helbet ew dê di xizmeta berjewendiya Kurda û destxistina mafê me de be, ji ber vê yekê kî evê destpêşxeryê nepejrîne ew xizmetî dijminê Kurdan dike!!

Selam Hisên; "Despêşxêriya YNKê di demeke pir girîng de hatiye"

Siyasetvan û nivîskarê kurd Selam Hisên jî di heman babetê de, nêrîna xwe wiha bi zelalî anî ser nivîs; Ez dibînim ku rewşa siyasî li Rojava de gelek aloz e, ji ber herdû alîyên heyî pir ji hev dûrin, û ev yek bandoreke nerênî li ser rewşê çêdike.

Bi taybetî jî em di demekê de ne ku şer ber bidawiyê ve diçê û destûr tê gotobêjkirin lewma pêwîstiya me bi yekrêziyê heye ta ku em karibin mafên gelê xwe tesbît bikin.
Lewma jî ev pêşxêriya YNKê di demeke pir girîng de hatiye, û ez bawarin tu kes weke hevalên yekîtî dê nikaribin herdû aliyan ji hevdu nêz bikin, ji ber ezmûna xwe di başûr de heye.
Helbet ev yekrêzî ger çê bibe, dê gelek tişt werin guhartin wek:
- Kurd dê di Sûrî de hîn bi hêztir bibin.
- Mafên Kurdan dê werin tesbît kirin.
- Rizgarkirina Efrînê dê hêsantir û nêztir be.
Lewma ez vê gavê pîroz dibînim û bi hêvî me encamên baş bi xwe re bîne.

Şukrî Dedo: "Sedema yekemîn di hemû şikandinîn Kurda de, nakokiyên navxweyî ye "

Siyastvan û nivîskarê kurd Şukrî Dedo ku di heman barê de nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re aniya ser nivîs wiha dibêje; Yekrêziya tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê bo gelê me daxwazeke dîrokî ye, ji ber ku, sedema yekemîn di hemû şikandinîn Kurda de, nakokiya navxweyî û parçebûna rêzên wa ne.
Herdem, giftugo, dan û standin di navebera aliyên siyasî de, girîng û stubare; Di va dema hestedar de, destpêşxeriya KNKê ciyê rêzgirtinê ye, divê hemû aliyên siyasî bersivên erênî bidin, û ji bo lihevkirineke serkeftî û lidarxistina kongereyekî netewî Kurdî gelemper li Sûriyê alîkar bin, da ku ew kongir nûnertiyeke hevbeş li saz bike. Helbet, dujminên Kurdan û kesayetiyên keysebaz dê hewil bidin ku vê gave beravêtî bikin û nehêlibin ev kar bi serkeve.

Biryara rêvebiriya xweser bi rêdanê ji vekerina ofîsyên partiyan, gaveke erênî ye, dihêle diyaloga siyasî baş bibe û rê li pêş nêzîkbûna ji hev dûz dike. Lê, mixabin hîn Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê "ENKS" jê re ne amede ye, ji ber mana wê di Îtîlafa Sûrî de û hin nûnerên wê li Îstenbûlê ne. Li alyê din, hêvî ewe ku, partiya "PYD" bêtir guh bide lihevkirin û karê hevbeş, û nakokiyan li hember "ENKS" ko bike.
Çendî yekrêziya Kurdên Sûriyê li saz be, û biryara wan serbixwe be, ewqas wê doza me pêşve biçe.

Rizgarkirna herêma Efrînê ji dagîrkeriya Turkiyê stubariya her Kurdekî welatparêz e, û yekrêziya me jê re bingeh û derman e.
Divê serdeftera xebata rojane ya tevgera Kurdî li sûriyê, rûreşkirina siyasetên hovane yên hikumeta Anqerê li dijî gelê Kurd, û riswakirina kiryarên qirêj, tund û tûjiya li dijî xelkê Efrînê tê bikaranîn be.
Herwiha, alîkariya xelkê ku li ser xaka Efrînê û yên penaber li deverên bakurî Helebê dijîn, û xurtkirina vejîna wan, karekî girînge, divê ji bîr nebe.
Da ku hêz û saziyên navnetewî zextê li Anqerê bikin, divê xebateke siyasî-dîplomasî Kurdî hevbeş û li ser asteke bilind bi rê ve biçe, û di çerçewa çareseriyeke siyasî bo rewşa Sûriyê, dagîrkerî bi dawî bibe, û giropên çekdar cîhadîst werin pişaftin, û saziyên dewleta Sûriyê vegerin Efrînê, û rêveberiyeke nû jê re were avakirin. Û li ser asteke din, têklî û diyalog bi Şamê re bibe, da ku, hikumeta Sûriyê di riya Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaza derketina artêşa Turkiyê ji xaka welêt bike.

Dr. Ferhad Nesan: "Rêveberiya Xweser gavek avêt û em li bend a bersivê ne"
Dr. Ferhad Nesan ku lawê siyasetvan û parêzerê dêrîn yê Rojavayê Kurdistan Şewket Nasan e ji bo PUKmedia`yê bi kurtî nêrîna xwe di barê destpêşxeriya KNKê de anî ser nivîs; Destpêşxerî - - eger ji dil be - gelek başe.
Lê- dimîne - şeytan a hurgiliyan
- Eva ezmûnek girane bo hemû layenan û divê gavên bi êş bêne avêtin.
Rêveberiya Xweser gavek avêt û em li bend a bersivê ne.

Temoz Şemalî; "Tenê têkiliyên aktîv bi welat û ciyên xwedî biryar re wê bandoreke aktîv li rewşa Efrînê û rizgarkirina wê bike. "

Her weha rewşenbîr û helbestvan û nivîskarê kurd Temoz Şemalî jî di heman babat û mijarê de nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re wiha anî ser nivîs; Çi gav ji bo berhevanîn û yekrêziya aliyiyên siyasî yên kurdan li ku dibe bila bibe gaveke pîroz e, û li Rojavayê Kurdistanê jî ji ber ku di qonaxeke gelekî hestyar û zîz re derbas dibe re, lewre gaveke wisa pêwîst û girîntirînî her demekê ye.

Pirsgirêka kurdî li rojava bûye ciyê goftegoyan li ser asta rojhilata navîn û cîhanê, û gav bi gav berve çarenûsa xwe diçe, heya ew çarenûs bi cî bibe jî divê em hundir mala xwe ya Rojava paqij û tertîb bikin, û ev yek jî sutubariya xêrxwez û berketiyên gelê me ne.

Lê mixabin ji ber hemî partî û rêxistinên Rojava her yek girêdayî aliyekî ne, ango ecindetên aliyekî ne û ev alî jî di vê demê de rikber û dujberî hevdu ne, lewre jî li gorî nirîna me yekrêzî di vê demê de zehmet e û bê umêdî ye, bi gotineke kurt heya hinek aliyên siyasî yên Rojava xwe ji ecindetên derve qut nekin(ev jî di vê demê de çê nabe) li hundir tu yekrêzî çênabe ger çê bibe jî wê ne di asta ku tê xwestin de be.
Ji bo dagîrkirina Efrînê jî, çawa dagîrkirina wê bi lihevkirina welatên xwedî biryar bû, wisa jî wê dê bi lihevkirin û biryarên wan bin jî.

Mixabin heya em yekrêziya xwe karibin çê bikin (ev yek di vê demê de zehmete) jî em nikarin di derbarê rizgarkirina Efrînê de tiştekî bikin; Tenê têkiliyên aktîv bi welat û ciyên xwedî biryar re ( bê gûman li gorî berjewendiya wan) wê bandoreke aktîv li rewşa Efrînê û rizgarkirina wê bike.

Dostim Hejar; "çi gav kû bên avêtin heger Efrîn ne di despêkê de be, wê ew kar gav neçe serî."

Serokê Yekîtiya Rewşenbîr û hunermendên Serbixwe  Helbestvanê dêrîn Dostm Hejar ji bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê, derbarê mijara destpêşxeriya Kongreya Neteweyî Kurdsitanê de nêrîna xwe da û wek tê zanîn ku KNKê komîteyeke taybet ji b o yekrêziya aliyên siyasî kurdî li Rojavayê Kuridstanê avakiriye, Dostim Hejar jî di wê bare de wiha nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re bi zelalî anî ser nivîs; Silav û rêz.
Destpêşxeriya KNKê ya ji bo lihevhatin û yekrêziya aliyên siyasî kurdî li Rojavayê Kurdistanê, gavek pir bedewe û hêja ye kû merov lêşopînê bike liser vê ya wê gave, lê ez dibêjim: "Çi gav kû bên avêtin heger Efrîn ne di despêkê de be, wê ew kar gav neçe serî. "

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket