Biradost Mîtanî; "Gava ku KNK pê radibe li gor hêviya gelê Kurd e"

kurdistani 05:54 PM - 2019-01-10
Biradost Mîtanî

Biradost Mîtanî

Nivîskar û lêkolîner û dîrokzanê kurd di derbarê destpêşxeriya Kongireya Neteweyî ya Kurdî de wiha nêrînên xwe ji PUKmedia`yê re anî sernivîs;

Di serî de ez bêjim: Ji xwe berya hemû tiştî, û ku çi qas zehmetî û nakokî hebin jî, ez bi çi hewildanên ku bibin di ber yakîtiya Kurdî re me.
Ez vê hewildana KNK rast û cedî dibînim, ji ber ku ji aliyekî ku rasteqîn ji doza KURDÎ re dike. Û ji ber ku ew hertim hevsengiya têkoşînê dizane, çimkî ew di dibistana netewî de perwerde biwe û wilo li riyên serkeftina doza KURDÎ digere. Çi qas KNK nûnera sazî û partiyên xwediyên qurbaniyan û şehîdan jî be , wilo jî dixwaze ku hêza KURDÎ roj bi roj xwert bike û aliyên Kurdî li hev bicivîne û kom bike.
Hêjayî gotinê ye ku KNKe di wê xebatê de bi ser dikeve. Lewra hêviyên min çi qas ne xwert bin jî, bi yekîtiyek temamî û sergihayî ji TEVGERA SIYASÎ re, lê ev destpêşxêrî dê ta radeyek encamên netewî bi dest bixe , bi taybet di celde û şeqama KURDÎ de. Em zanin ku zehmetî hene , bi taybet dema ku îro ENKSÊ di nav hemahigna itîlafa ku piştgiriya xwe ji rêjîma Tirk digire . Lê ez weke henekan nakim, ewên nexêrxwazên doza KURDÎ ne, û ez weke wan behsa derxistina astengî û engelan nakim , ji ber ya rast ew e ku rêvebiriya Xweser ,ENKSÊ û partiyên din wan nakokiyan bi hevdîtin û guftûgoyên bi hev re çareser bikin.

Gava ku KNK pê radibe li gor hêviya gelê KURD e.Hemû xêrxwaz û Kurdperwer, li benda gaveke halo ne ,û bi hêvî ne ku bi ser bikeve ,û wilo bi hêvî ne jî ku partiyên KURDÎ yên ku li ber yekîtiyê nedihatin ji parastina bercewendiyên xwe yên kesayetî , dev ji wê ezezîtiyê berdin , ji ber dijminên kurdan pirin û ew dixwazin ku KURD tarûmar bin, lê berevajî vê yekê dostên KURDAN dixwazin ku KURD yek bin. Lewra rojeva îro li ser partiyên KURD ferz dike, ji hemû deman bihtir ku yekrêziya KURDÎ pêk were, nexasim piştî biryara EMERÎKÎ ya vekşîna hêzên xwe ji SÛRÎ û zelalbûna armancên rêjîma tirk a ku dixwaze BAKURÊ SÛRÎ dagir bike û pêre hebûna doza KURDÎ bikuje.
Ji xwe ku henekî em bikevin dîtina tewreyî de û em pêş bibînin , dema ku yekrêziya KURDÎ pêk were. dê bandorek erênî li rewşa EFRÎNA birîndar bibe.Ji ber dema ku ew yekîtî pêk were , dê hêza leşkerî xwert bibe, ji ber ku LEŞKERÊN ROJ jî dê werin arî YPG bikin û dê bibe xwert bûn ji HSD re û serkeftin wê di çeperên berxwedanê de tomar bibin. Ew ji layekî ve. Ji layekî din ve, dê rewşa siyasê bê guhartin , nexasim dê pîlanên TIRKIYÊ û HEMAHINGA ku xwe dike artêşa azad dê bi ser KURDAN de qelis û pûç bibin û ew encûmen û komîtên ku Tirkiyê di EFRÎNÊ de bi taybet ji Kurdan ava kirine, dê bibin cihê koletî û sexteyîyê, bi taybet ji layê vî beşê KURD ve, yê ku ta îro bi wan re ye. Lewra ew saziyên sexte yên ku îro ava ne di EFRÎNÊ de, dê pûç bibin û hêza dagirkeran dê qelis bibe tê de. Dê ew rewş bibe arîkar ku hêza KURDÎ xwert bibe û ya dijberên wan qelis bibe . Ev diyarde dê terezoya siyasî jî biguherîne û gelek aliyên ku bercewndiyên xwe bi KURDAN re nabînin, dê bibînin û bibine arîkar bi wan re, bi taybet Rûsiya û Emerîka û hevrêzkarên wan. Di encamê de , ev yek wê bibe derfeta zêrîn ji rizgarkirina EFRÊN, re.
Bi dawî , ez bêjim ku ji çirka yekemîn ve , ez bi vê hewldana KNK re me û min ev piştgiriya xwe jê re halo weşandibû :
KONGIRÊ NETEWÎ YÊ KURDISTANÎ ,bi destpêşxêriyekê radibe ,ji bo yekrêziya mala Kurdî، di ROJAVAYÊ KURDISTANÊ û SÛRÎ de. Ez weke rewşenbîrekî, bi baweriyên xwe yên KURDAYETÎ, piştgiriya vê gava pîroz dikim. Û hêviya serkeftinê, di vê qonaxa giring û hestiyar de jê re dikim ,ji bo yekîkiya gelê KURD.
Rêz û silav û serkeftin ji vê xebata bo yekîtiya KURDÎ re. Serkeftin ji PUK medya re jî, ku halo dibe çavkaniyek ji ragihandina neteweparêz re.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket