Rewşa tenduristiya Leyla Guven pir xerape

kurdistani 04:47 PM - 2019-01-10
Parlemetera HDPê Leyla Guven

Parlemetera HDPê Leyla Guven

Rewşa tenduristiya parlementera kurd ya HDPê têkçû ye.

Hat ragihandin ku peyvdarê fermî yê Komîsyona Mafperwerî û Mafên Mirovan ku di heman demê de endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê rewşa tenduristiya berxwedanvana kurd Leyla Guven daxuyaniyeke bi nivîskî weşand ku tê de dibêje; “Parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven ji 8’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bê dawî de ye. Tenduristiya Leyla Guven di asta pir xerap de ye û metirsî jî heye.

Di daxuyaniya peyvdarê fermî yê Komîsyona Mafperwerî û Mafên Mirovan wiha dirêjahî pê dide û aşkire kir; “Leyla Guven 64 roj in di greva birçîbûnê de ye û di hefteya dawî de nikare derkeve hevdîtina parêzerên xwe. Rajena Leyal Guven 55-60 û tansiyona wê jî 5-7 e. Ji ber greva birçîbûnê Leyla Guven êdî nikare avê jî vexwe. Ligel ku qawîşa Leyla  Guven nêzî cihê hevdîtina bi parêzeran re ye, Leyla nikare derkeve hevdîtinê.“

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket