Serokkomar alîkariya Birêtanya xwest

kurdistani 06:49 PM - 2019-01-08
Dr. Berhem û Jhon Miler

Dr. Berhem û Jhon Miler

Serokkomarê Êraqê alîkarî ji Birêtanya xwest.

Rawêjkarê Rojhilata Navîn yê wezareta berevaniya Birîtanyayê serdana serokkomarê Êraqê kir.

Îro roja sêşemê 8-1-2019`an li bajarê Bexdadê di koşka Selamê ya serokkomartiya Êraqê de, serokkomar Dr. Berhem Salih pêşwazî liRawêjkarê Rojhilata Navîn yê wezareta berevaniya Birîtanyayê Jhon Mîler kir.

Serokkomar Dr. Berhem Salih di wê hevdîtina du qolî de, ku balyozê Birîtanya li Êraqê jî amade bibû derbarê hevrêzkirina leşkerî di navbera Êraq û Birîtanyayê de şirove kir.


Serokkomar aşkire kir ku ew daxwaza alîkariya serbazî ji Birîtanyayê dikin û bi taybetî ji bo cenga li dijî terora DAIŞê ku bû ye metirsiyeke mezin li ser tevahiya cîhanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket