Qamîşlo; Xwepêşandaneke cuda û bi bandor

kurdistani 05:04 PM - 2019-01-08
Dîmenek ji xwepêşandana malbatên pakrewanan

Dîmenek ji xwepêşandana malbatên pakrewanan

Ji bo yekemîn car dîmenên cuda û Xwepêşandaneke cuda û bi bandor birêve çû.

Duh roja duşemê 7-1-2019`an li bajarê Qamîşloyê, hejmareke mezin ji malbat û xizim û kes û karên pakrewanên ku di parastina destkevtên Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe bexişkirine birêve çû.

Xwepêşandera xwe li çerxerê Apê Osman Sebrî yqa ku di hundirî navenda bajarê Qamişloyê ye amade kirin û ji wir dest bi meşa xwe ya mezin kirin.

Hat zanîn ku di wê xwepêşandana girîng de, dayik û bav, zarok û hevjînên pakrwewanan wêneyên pakrewanên xwe hildan ew pakrewanên ku di çalakiyên parastina destkevtên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê de canfedayî rewanên xwe ên pak pêşkêş kirine û li dijî çete û terorîstên DAIŞ`ê destanên dîrokî tomarkirine ku bûn bi sembolên berxwedanvanên berevanîkirin li Kurdisitan û li hemû Cîhanê, komên çete ku li Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ya Efrîn dagîrkiriye ve têne destekkirin  hildan.

Her wiha malbatên pakrewanan bang li Neteweyên Yekbûyê (NY) kirin ku herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya firîna balafiran qedexe bike.

Di derbarê wê xwepêşandinê de, gelek çavdêr û çalakvanên siyasî kurdî Rojavvayê Kurdistanê nêrîn û helwestên xwe di wê barê de nîşandane ku bi piranî tevlêbûna xwe ji bo wê pêngava rast û pîroz nîşan kirin û ew pêngav pêngava herî rast û bi bandor ev e.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket