John Bolton, piştî gerantiya parastina kurdan emê vekişin

kurdistani 06:47 PM - 2019-01-06
Şêwermendê ewlehiya nçştimanî ya Amerîkî  John Bolton

Şêwermendê ewlehiya nçştimanî ya Amerîkî John Bolton

Rawêjkarê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîka John Bolton dibêje emê bi merc ji Sûriye derkevin.

Li gorî mercên Rawêjkarê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê yê ku îro roja çarşemê 6-1-2019`an li Îsraîlê ye û wê sibê roja duşemê serdana Tirkiyê bike, wiha ragiahnd; Di serî de, em xema hevpeymanên xwe dixwin bi taybet ên kurd ku li ser erdê mil bi milê me şerê terorê kirine û emê wan biparêzin û gerantiyê bi dest bixin înca emê gavên paşvavekişînê bavê jin.

Li gorî Bolton ku serokê Amerîkayê Donald Trump ew biryar daye ku heya kurd nayên parastin ew ji Sûriye dernakevin. Deketina wan girêdayî parastina ewlehiya jiyana gelê kurd e, ji ber ku kurdan hevpeymaniyeke pir bi hêz bi Amerîjkayê re li dijê terorê kirine.

Bolton li Îsraîlê daxuyaneyek daye û tê da wiha derbarê kurdan şirove kir; “Ez bawrim ew (Kurd) dizanin dostên wan kîne .” bi vê rengî John Bolton xwest ku nameyekê bighêjîne rêvebirên Xweseriya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê tako bêhtir bawerî bi Rûsiye û rêjîmê nekin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket