Serokkomar vegeriya Bexdadê

kurdistani 01:38 PM - 2019-01-04
Serokkomar Dr. Berhem Salih vegeriya Bexdadê

Serokkomar Dr. Berhem Salih vegeriya Bexdadê

Serokkomarê Êraqê ji serdana xwe ya Enqerê vegeriya Bexdadê.

Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih piştî serdana xwe ya duh roja 3-1-2019`an ji Tirkiyê re û hevdîtina bi serokê Tirkiyê re, îro roja înê 4-1-2019`an, vegeriya bajarê Bexdadê paytexta Êraqa federalê.

Di wê serdanê de, her du aliyan li ser rewşa Êraq û Sûriyê û sînorên Tirkiyê gotûbêj kirin û tekez li ser hevkariya her du welatan hat kirin ku wê bi hev re berdewam bin di peywendiyên cîrantiyê de.

Hêjayî gotinê ye ku serokkomarê Êraqê li ser vexwendina fermî ya serokê Tirkiyê ew serdana pêkanî ku hejmareke ji berpirsên bilind ên hikûmeta Êraqê ku rawêjkarê ewlehiya nîştimanî Falih Feyad û wezîrê derve Mihemed Hekîm û wezîrê bazirganiyê Mihemed Haşim Ebdulmecîd û wezîrê dahatê avê Cemal ElAdilî û hejmareke din ji berpirsan hebûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket