D.Berhem Salih gihîşte Tirkiyê

kurdistani 11:11 AM - 2019-01-03
.

.

Roja Pêncşem ê 3-1-2019`an, Serokkomar ê Êraq ê D.Berhem Salih li ser daxwaza serokê Tirkiyê Receb Teyêb Erdogan îro ligel Şandeke Hikûmî pila bilind gihîşte paytexta Tirkiyê, Enqereyê.

Berdevkê serokkomar Luqman Feylî di dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihandibû ku D.Salih dê serdana Tirkiyê bike, Her weha îro sibehê serokê Êraq ê D.Berhem ji Bexdayê berê xwe da Enqereyê, û biryare ku li ser hejmarek ji lîsteyan û peywendiyên dualî gotûbêj bikin.

 Serokkomar ji aliyê serokê Tirkiyê Receb Teyêb Erdogan ve bi fermî hate pêşwazîkirin awaza Niştimanî yê Tirkiyê û Êraqê di merasîma pêşwaziyê de hate sazkirin û piştre 21 top hatin avêtin wek bixêrhatinek ji serokkomar re.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket