Berî her tiştî Efrîn a me ye

kurdistani 02:10 PM - 2019-01-02
Berî her tiştî Efrîn ya me ye

Berî her tiştî Efrîn ya me ye

Ji Hemrîn bo Lêlûna Efrîn

Ji Latçîn bo dayîkên Efrîn

Ji Farqîn bo zarokên Efrîn

Ji Hirsîn bo mêrxwesên Efrînî

    * * *

Efrîn a me ye…

Ji destanên  dîroka borî....

Ji qêrîna zarokên  horî....

Ji lorîna  jinên  Aşûrî....

Ji hêrsa lêvê pir qelişî…..

    * * *

Berî her tiştî Efrîn

Ji  henesa feleka bê xemî

Ji hest û hestyarên vejînî...

Dengê xum xuma awrên tarî

Li ser zemîna welatê rojê

Mîna dengê roja rabûnê

 Barîna zîbikên Yek tonî

Avêtina zebeşên yek tonî

Li ser...

Zarok û jinên welatê me

Li ser.... Ax û hîmên Efrîna me

Li ser... Bax û daristanên  me

Li ser... Av û avze û çemên me

Li ser.... Jîn û jîndarên me

Li ser....  Zeytûn û henarên me


Dengên şîq şîqa welatê rojê

Dengê Birûskan......

Dengê Ba birûskan.....

Dengê Ewran........

Dengê xwum xwuma

Lehîyan

Bahozan

Tofanan

Di nava xwezeyî ya me de…

Di ci û warên kalên me de ...

Bê av û bê nan dimîne

    * * *

Efrîn A Me Ye

Bibêje ey felek..

Binivîse ey dîrok…

Ma gelo ev çi rabûne....?

Çima li Efrênê bû

Çira li Cindirês û Şiyê bû...

Çima li Reco û Mabeta bû

Çira li Bilbilê û Şera bû

Çima li Lêlûn û Şêrawa bû

Efrîn A Me Ye

         * * *
Ji çiya û newalên pir heyî

Ji kort û çalên pir heyî

Ji avze û çemên pir heyî

Bi navê lêvên pir qelişî

Bi navê çiyayê kurmênc

Bi nave Efrîna xweragir

Bi nave Çiyayê reng agir

Bang dik im...

Hawar dik im

Gazî dik im

Qêrîn dik im

Û dibêj im….

Êdî bes….

Bese qirkirina pir giran

Bese firokeyên wêran

Nekujin zarok û jin û kalan

Efrînê ji dil biparêzin

Efrînê ji dil rizgar bikin

Efrînê ji dil buha bikin

Ew hêlana mêrxwesan e

 Ew cîh û warê camêran e

Ew wargeha firîşteyan e

Ji ber wê yekê dirûşma me

Bê Efrîn aramî kok nabe

Bê Efrîn Kurdistan nabe

Bê Efrîn jiyan dirust nab e

Berî Her Tiştî Efrîn A Me Ye

Efrîn a me ye her a me ye

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket