YNKê; Em hevpariya rasteqîne di xizmeta welatiyan de dixwazin

kurdistani 12:59 PM - 2019-01-02
YNKê; Em hevpariya rasteqîne di xizmeta welatiyan de dixwazin

YNKê; Em hevpariya rasteqîne di xizmeta welatiyan de dixwazin

Serkirdeyekî Yekîtiya Nîştimanî ya KurdistaNê YNKê ragiahnd; Em hevpariya rasteqîne di xizmeta welatiyan de dixwazin.

Serkirdeyekî YNKê ragihand; Em ji bo xizmetkirina welatiyan, hevpariyekî raesteqîne dixwaz in û armanca me ji hevpariya di hikûmeta Herêma Kurdistanê ya dahato de, ew e ku em dixwazin xizmeteke baştir pêşkêş bi welatiyan bikin.

Di daxuyaniyeke televizyonî yê endamê serkirdeyetiya YNKê Rehber Seyîd Îbrahîm ku PUKmedia`yê dişopand ragiahnd; Me Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê pir bi zelalî agahdar kir ku em dixwazin di hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevpar bin, tako em bikaribin xizmeteke baş û hêja pêşkêşî welatiyên Kurdistanê bikin.

Di wê daxuyaniyê de, berpirsê mekteba Ragihandina YNKê aşkire kir ku em dixwazin hevpariyê di hemû derfetên hikûmraniyê de bikin, ji aliyê aborî û biryara siyasî û peywendiyên navneteweyî û dosyeyên ewlehiyê û hemû biryarên ku girêdayî bi berjewendiyên gel ve.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket