Dem baş Efrîna min

kurdistani 12:31 PM - 2019-01-02
Dîmenekem ji xwezayî ya Efrînê

Dîmenekem ji xwezayî ya Efrînê

Dem baş Efrîna min, cihê kil û derd û dermana min...

Dîmenên te, wêneyên te, daristanên te, bax û baxçeyên te, dilê mirovan geş dike.
Er ê Efrîna min ya delal û pir hêja.

Min nizanî nirx û giraniya te, mîna ku ez niha pê dizan im û nasdik im...

Lê mixabin, herdem, piştî ku mirov tişekî wunda dike, an jî jê dûrdikeve, pê dihese..

Lê piştre tê bîra wî ku ew tişt gelek giran biha dibe û êdî bi hesreta wê dinalîne û digijîne...

Ev têgeh bila nemîne, bila têk biçe, bila here û qet venegere...

Bila jixwe û wê de biçe û bê veger...

Ez niha li te têghîştim Efrîna min.

Piştî ku 20 sal di ser dûrketina min ji te re derbas bûn.

Ez bi meznatiya te hesiyam...

Ez bi dewlemendî û rastiya girîngiya te hesiyam...

Ez nûh bi bejin û bala te ya girîng hesiyam..

Ez bi av û darên te yên zeytûn û henaran hesiyam..

Efrîna min xweşiketiya te û xwezayî ya te ez bê hal kirm.

Ji ber ku ez ji te dûrim Efrîna min ya delal û xweşdivî..

Ew pêlên rûbara te ya zalal, di ser giyana min re, di ser bejina min re, di ber çavên min re derin û tên...

Lê ez çi bikin Efrîna min ya pir delal...

Ez tenê dikarim ji te re bêj im... Ez bê te jiyan nakim.

Bê te bê hal û malim..

Bê te serxweş û bê hiş im...

Bê te bê hizir û raman im...

Bê te bê nav û bang im...

Bê te bê giyan û jîn im...

Bê te najîm û bê te ti wateya jiyana rasteqîne tune ye ey Efrîna rengîn.

Tu nasname û jiyannameya minî, tu jêder û riya azadî û serfiraziya minî Efrîna min yaxweragir ezê te kok ji bîr nekim.

Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket