Sala 2018`an reştirîn sal bû

kurdistani 11:38 AM - 2019-01-02
Sala 2018`an reştirîn sal bû

Sala 2018`an reştirîn sal bû

Sala 2018`an wek reştirîn salên ku di serdema sedeya 21`an de derbas dibe û bi taybetî ji bo gelê kurd û Kurdistanê.

Ji destpêka sala 2018`an ve, rewşa gelê kurd û Kurdistanê bi giştî û Efrîn bi tayebetî derbasî alozî û neliheviyeke bê wêne bû. Dest bi gef û hereşeyên pir dijawr û hovane ji aliyê Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ên ku bi navê opozisyona Sorî tevdigerin û cilûbergên opozisyonê û bi navê opozisyonê tawanan û xiyantê li dijî gelê Sûrî bi giştî û gelê kurd bi taybetî dikin.

Sala 2018`an ji destpêka wê ve, herdem nerihetî û nelihevî û gefên reş û tarîk li xelkên Efrînê dihate kirin û her weha li Başûrê Kurdistanê jî gefên Heşed Şebî li dijî Kerkûkiyan û Xaneqîniyan û Şengaliyan dihate kirin û li rojhilata Kurdsitanê jî bidarvekirin û zîndankirina kurdasn her berdewam bû, lê li Bakurê Kurdistanê jî kavilkirin û girtin û terorkirina kesayetiyên naskirî û çalakvanên kurd jî her dirêjahî hebû.

Li gorî min, sala 2018`an, ji bo gelê Kurdistanê bi giştî û ji bo gelê Efrînê bni taybetî saleke pir reş û tarîk û metirsîdar û bê wêne bû. Ji wê salê û wê de, ti sal ji bilî sala 1988`an ku li başûrê Kurdistanê ku tê de enfal û kîmiyabaran li dijî gelê kurd bi kar hatibû.

Di sala 2018`an de, Efrîniyan xwe li ber qazanên firokeyên cengî f16 ên Natoyê û topên tank û topxaneyên Tirkiyê rû bi rû man, êdî ne dar û ne jî çawîr û ne jî rez û ne jî baxçeyên zeytûnan û ne jî zarok û jin û kal, tev bûne armanc û bi serê wan de, qazanên yek tonî û moşekên jinavbuirinê dihate kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket