Efrîn hêviya me berdewame

kurdistani 11:32 AM - 2019-01-02
Efrîn hêviya me berdewame

Efrîn hêviya me berdewame

Nayê veşartin di pirtûka dîroka te de çendîn gel û netewan xwe wekî xwediyên te bi nav kirine, ji kevirên ser xaka te Xwedawend û perestgeh ji bo xwe saz kirine, bûne qiralên çar hêlên cîhanê..
Lê tu dibînî, tenê tu dîdar î, hemû hatin û çûn tenê ew kevir man, tenê kavil.

Vêca gelê Kurd, zarokên te yên demê, tu dizanî, hezkirina ku ji axa te re kiriye hemû mirovahî mest û sersam kir.

Ji bo çi? Ji ber ku tenê wî gelî, ne kevirên te, navê te ji xwe re kir Xweda.. Tu bûyî xwediyê vî gelî, ne ew xwediyê te. Tenê hembêza te bû saman û semyana wî.

Êca nexeyide, delalê, ev bêbextî û nemerdiya bi axa te tête kirin wê temenek dirêj jêre neyê nivîsandin.

Emê dîsa te bibînin serfiraz û azad. Dibistana te bû ku em têde fêrî hezkirinê bûn, emê çawa serê xwe li ber cîhanê hildin, ku tu jî bindest bî? Gazî û hawara te wê çawa ji wan çiyayên bilind, li aliyê din ê welêt neyê bihîstin?

Hêviyên xwe mezin bike, dilê xwe fireh bike, qîz û lawên te SOZ dane. Tu jî soz bide..

NEXEYIDE DELALÊ, NEXEYIDE.
#Efrîn #Afrin

Egîd Mihemed Miskê

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket