Li Endonezyayê erd qelişiya

kurdistani 01:16 PM - 2019-01-01
Li Endonezyayê erd qelişiya

Li Endonezyayê erd qelişiya

Ji ber qelşandina erdê li rojavayê Endonezyayê herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kesan jî birîndar bûne.

Polîsê Endonezyayê ragihandx ku roja Sêşembiyê li gundê Sirnaresmî ya ser bi herêma Sukabumî li Girava Cava ku dikeve rojavayê Endonezyayê, ji ber qelşandina erdê 9`kes mirin û hejmarek jî birîndar ketin,destnîşan hat kirin ku hejmareke kes windarbûne lê hate niha hîn tîmên rizgarkirinê di xebatê de berdewam in.

Herwiha ji ber wê şiqitîna erdê, hejmareke zêde ya xelkê wê navçeyê jî koçber bûne. Li gorî agahiyan, bi sedema bûyerê 30 mal jî di bin axê de mane.

Ew bûyera xwezayî di demekê de çêbû, ku Endonezyayê xwe ji pêşwaziya sala nû re amade kiribû.
Ew bûyer yekemîn bûyera xwezayî li Endonezyayê ye û di destpêka sala nû de bû nûçeyeke nexweş ji xelkê wî welatî re.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket