Bê Efrîn Kurdistan na be

kurdistani 02:00 AM - 2018-12-26
Efrîna behest--Hozan Efrînî

Efrîna behest--Hozan Efrînî

*Efrîna rindik, êdî bese neke rondik


Efrîna me, doza te Kurdistan e

Rastiya dîroka Med û Loristan e


*Efrîna rindik, êdî bese neke rondik


Dar û daristanên te beheşta me
Kanî û avzeyên te zemzema me


*Efrîna rindik, êdî neke rondi



Êşên te dîroka kurdên berhemder
Qîrîn û hawarên te  merdên erkder


*Efrîna rindik, êdî neke rondik.


Rondikên çavên te,  nîşana dilsoz…
Hisrên çavên te,  kaniya dildoz….


*Efrîna rindik, êdî neke rondik.


Hawar û Lêlûn Parsiya Xatûnê

Hêlana jîna dêk û bav û kalan

 

*Efrîna rindik, êdî neke rondik.

Mabata û Reco û tev Şêrewa

Ew hemû nexşe zeviyên Rojava


*Efrîna rindik, êdî neke rondik.


Warê Barîn û Avêsta û Mîrkan

Rûmetên rewabûna doza giran

Zêt û dar Zeytûn û henar û gûzan

Tev berhemên zindîkirina jiyan


*Efrîna rindik, êdî neke rondik.


Qîtreş, pêxwes û perdereşên qirêj

Talan kirin beheşta dem dirêj

Wêran kirin kevnarên ji mêj

Êriş kirin û mirov tev kirin gêj

*Efrîna rindik, êdî neke rondik.

Bê te Kurdistan kok ava na be

Bê te jiyana kok rewa na be

Bê te serwerî peyda kok na be

Bê te azadî û aramî kok na be


25-12-2018
Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket