Mattis Biryara Ser Vekişandina Leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê Îmza Kir

kurdistani 07:12 PM - 2018-12-25
 Mattis û Trump

Mattis û Trump

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis biryara ser vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê îmza kir.

Mattis, piştî ku Serok Donald Trump dîyar kir ku dê wezîrê berevanî di 1’ê Rêbendanê de dest ji karê xwe berde, îmza avêt.

Karbidestekî Wezerata Berevanî ya Amerîka da zanîn ku biryarnameya ser vekişîna leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê hatiye îmza kirin, lê ser wê mijarê ti hûrgilîyên operasyonî neda.

Mattîs, piştî biryara Trump ya ser vekişandina leşkeran, karvekişîna xwe ragihandibû û gotibû ku ewê heta dawîya Sibatê li ser kar be.

Medya Amerîkî dide zanîn ku Trump ser nameya Mattis ya karvekişînê bertek nîşan daye û xwestiye ku ew di 1’ê Rêbendanê de dest ji erka xwe berde.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket