Brîtanya; Ciwanekî Efrînî bawernameya diktorayê wergirt

kurdistani 05:40 PM - 2018-12-24
Dr. Pêşeng Ebdulhenan

Dr. Pêşeng Ebdulhenan

Ciwanekî Efrînî diktora di biwarê neştergeriya damarên xwînê de wergirt.

Li welatê Brîtanya yê ciwanê kurd yê bi navê Pêşeng Azad Ehmed Abdulhenan Atûn, dikarî di biwarê pisporiya neşergeriya damarên xwînê de, bawernameya diktorayê li zanîngeha Lîdizê ya Brîtanî bi dest bixe.

Ev bawername pir kêm ji aliyê kurdên Rojavayê Kurdistanê ve li welatên derve bi dest xistine, ev kareke pir pîroze ji bo pêşeroja serfiraziya doza gelê kurd û Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye ku bijîşkê serkevtî Pêşeng Azad Ehmed Ebdulhenan Atûn ji gundê keferdela Jorîn ya ser bi herêma Efrînê ye, bavê wî Azad Ehmed Ebdulhenan xwerziyê siyasetvanê dêrîn yê gelê kurd Dr. Xelîl Mihemed Ebdula ye, ew di qonaxên xwendina xwe de, her dem serkevtî bû, bi pileyên pir baş û neyab derdiket pol bi pol.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket