YNKê dasxwaz kir bimîne û hinek welatên din jî wiha gotin

kurdistani 04:17 PM - 2018-12-22
YNKê dasxwaz kir ku Amerîka li biryarê vekişandinê vegere

YNKê dasxwaz kir ku Amerîka li biryarê vekişandinê vegere

YNKê bi riya belavikeke fermî ji Amerîkayê dasxwaz kir ku li biryarê vekişandinê vegere.

Yekçtiya Nîştimanî ya Kuridistanê nîgeraniya xwe ji biryarê serokê Amerîkayê Donald Trump re nîşanda û ji Amerîkayê daxwaza lêvegerîna li biryara xwevekişandina ji Sûriye û Rojavayê Kurdsitanê.

Di belavokeke fermî de, peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Sedî Ehmed Pîre ragiahnd; Ew bi nîeraniyê ve pêşketinên ku cihê mixabinî yê ye yên girêdayî biryara Amerîkayê bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriye û bi taybet Rojavayê Kurdistanê.

Ew navçeya ku di dirêjahiya salên borî de, navendek bû ji hêzên Hevpeymanên Navneteweyî bû li dijî terorê li tevahiya Sûriye de, di demkê de ku hîn jî ew şerê li dijî terorê heye ku ti carî perde ji ser wê naçe û nabe tenê bêjin êdî teror nema û jinavbirin, ew bi xwe karekî girînge ku kaniyên ramanî yên terorê bêne zuhakirin û ji sedemên civakî û çandî yên ku alîkar in bi deketin û belavbûna nexweşiya terorê ku gefan li tevahiya cîhanê dike.

Wek tê zanîn ku hêzên Kurdistanî û di pêşê de hêzên pêşmerge û Yekîçneyên Parastina Gel YPGê û Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê wek serî şeqoya tivingan bû di operasyonên gerdûnî li dijî terorê û stuna piştê wê, her weha berjewendiyên navneteweyî di parastina aramî û aştî û pêkve jiyan û jinavbirina terorê û birîna wê yekcarî di  alîkarî û piştgiriya li navçeyên Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe û parastina ji gefên dagîrkirinê û ew gefên ku li dijî ezmûna heyî li Rojavayê Kurdistanê ku di xizmeta aşê DAIŞê de ye û vejandinê jî dikin.

Derketin û paşvavekişandina hêzên Amerîkayê, di demekê de ye ku hîn jî DAIŞ maye û heuye û bi hêze û metirsiye li ser tevahiya cîhanêû terazuya navneteweyî jî têk dide di hundir rewşa Sûriyê de û herêmê jî ku lawazî di hewlên navneteweyî li dijî terorê de saz dike.


Wezîrê berevaniya Amerîkayê dest ji kar berda

Wezîrê berevaniya Amerîkayê Jim Mattis, duh ji ber biryara tek alî ya Trump destjikarberdana xwe pêşkêş kir.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê general Mattis bi riya nameyekê twitter ê ku arasteya Serok Donalid Trump kiriye, tê de nerazîbûna xwe ji biryarê serokê Amerîkayê re tîne ser ziman û destjikarberdana xwe jî ji erka wezîrê berevaniyê jî pêşkêş kir.

Hêjayî gotinê ye ku serokê Amerîka yê Donalid Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê da bû bê ewê ku nêrînên wezîrê berevaniya xwe guhdar bike û li ser wê yekê jî, gelek nerazîbûnên cuda cuda ji aliyê berpirsên Amerîkî ve li hemberî Trump bilind bûne ku yek ji wan wezîrê berevanî yê Jim Mattis bû ye.


Derbarê vekşandina Emrîka ji Sûriyê Encûmana Pîran civiya

Sînetorê Komarî Lindsey Graham roja înê bang li lidarxistineke Encûmana Pîran kir da ku behsa biryara serokê Emrîkayê Donald Trump derbarê vekşandina ji Sûriyê bikin.

Her ewha Lindsey Graham endamê mnavdar di komîteya hêzên çekdar di Encûmana Pîran de ji Rojnamevanan re ragihand ku ew dixwaze ku di civînê de rûbirû guhdarî wezîrê berevaniya Emrîkayê Jim Matisse bike û tekez kir ku dê derbarê vê mijarê civînan lidarxe, Amaje bi wê jî kir ku divê di hemen civînê de li ser pilanên vekşandina nêzîka 5000 leşker Emrîkî ji Avganistanê jî gotûbêj bikin.

Graham da zanîn ku Rêxistina DAÎŞê- dewleta Xeresan hîn bi dawî ne hatiye lê ji berê bêhtir bihêz bûye û tekez kir ku Rêxistin pîlanên ji bo êrîşkirinê bi ser Dewletên Yekbûyê de xwe amade dike.


Firansa; Emê hevpeymanên xwe bi tenê nehêlin

Firansayê bi riya koşka Alîzeyê ragiahnd; Em jî bo Parastina hevpeymanên xwe û bi taybetî Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê tevdgern û emê bixebitin ku bi tenê nemînin.

Her weha Şandeya Kurdî ya Rojavasyê Kurdistanê ku bi serokatiya Encûmena Sûriya Demokratîk pêkhatiye ji Koçka Elysee daxwaza alîkariya Firansayê kir ku qedexekirina ezmanê li ser navçeyên bakur ê Rojhilata Sûriyê pêkbîne destnîşan jî kir ku rola mezin ji bo derbasbûna biryara serokê Emrîkayê Donald Trump rola Firansayêye.

Lê di wê barê de, çavdêrên siyasî kurd wiha dibêjin ku biryara Tirump gelek bi lez û bez bû, lê ew bawer nakin ku êdî ew bikaribe bi esanî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derkeve, ji ber ku wê demê, deketina Amerîkayê tê wateya serkevtina DAIŞê û serkevtina pîlana Rûsiyayê bi ser ya Amerîkayê de ye.

Hinek çavdêrên din jî dibêjin ku ew tenê ji bo karekî bazirganiyê ye, tako welatên kendavê hewil bidin pareyên din bêhtir pêşkeş bi Amerîkayê bikin û hindek fişarê jî li ser aliyên kurdî saz bikin tako li gorî wan pêngavan bavêjin.


Berlîn: Derbarê vekşandinê ji Sûriyê Washnigton em agahdar nekirin

Îvarê roja çarşemê Emrîkayê li ser vekşandina Hêzên xwe ji Sûriyê ragihandibû lê deme vekşînê diyar

Roja înê cîgirê berdevkê Hikûmeta Berlîn ê Ulrich Demer di heyama kongireyeke Rojnamevanî de ragihand ku derbarê vekşandina Hêzên Emrîkî ji Sûriyê Washingtonê Berlîn agahdar nekiribû.

Her weha Ulrich Demer destnîşan kir ku ji ber ku Almaniya heval bendê Dewletên Yekbûyêye û beşek ji Hevpeymaniya Navnetewî ye gereke derbarê vekşandinê ji Sûriyê de peywendî ligel me kiribe,amaje bi wê yekê jî kir ku heta niha hîn DAÎŞ bi dawî ne hatiye û metirsiyeke pir mezin li ser cîhanê çêdike.

Îvarê roja çarşemê Emrîkayê li ser vekşandina Hêzên xwe ji Sûriyê ragihandibû lê deme vekşînê diyar nekiribû .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket