Termê nemir Cemal Nebez tê Herêmê

kurdistani 11:09 AM - 2018-12-21
Nemir Cemal Nebez

Nemir Cemal Nebez

Îro roja înê Termê nemir Cemal Nebez tê Herêma Kurdistanê.

Li gor siuyasetvanê kurd Cewad Mela ku di rûpela xwe ya veghîştina civakî de weşandiye; Ku wê roja înêdemjimêr 10:30 hêvarê, termê xwedê jê razî nemir pro û mamosteyê naskirî yê gelê kurd Dr. Cemal Nebez ji Almanyayê bighêje firokexaneya navneteweyî ya Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ku wê hevjîn û hevalên wî ji her çar aliyên Kurdistanê pê re bin.

Mela di dirêjahiya nivîsa xwe de, amaje bi wê jî kir ku wê roja şemiyê 22-12-2018`an, wê karwanê termê nemir ji Hewlêrê ber bi bajarê Silêmaniyê paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ku wê di goristan Girê Şêx Maruf de, bi axê bispêrin û xatirê herî dawî ji gelê xwe dixweze.
Di heman nivîsê de, Dr. Cewad Mela agahdarî hemû ew kesên peywendîdar û dost û hevalên nemir Cemal Nebez dike ku ji bo ku hemahengî û hevrêzî ji bo beşdarbûn bi merasîmê re, bila li Hewlêrê bi vê jimareyê re 07504450922 Xefur Mexmûrî û li Silêmaniyê jî bi vê jimareyê re 07701419031 parêzer Kamil Jîr têl bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket