Talebanî bi kadroyên YNKê re civiya

kurdistani 04:12 PM - 2018-12-19
Qubad Talebanî bi kadroyên YNKê re civiya

Qubad Talebanî bi kadroyên YNKê re civiya

Qubad Talebanî bi kadroyên YNKê re civiya û derbarê lidarxistina kongireyê jî gotûbêj kirin.

Li gor rûpela fermî ya cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdsitanê Qubad Talebanî di wê rûpelê de, Talebanî aniye sernivîs; Îro roja çarşemê 19-12-2018`an, bi kadroyên pêşketî ên YNKê re civînek li dar xistiye û derbarê girêdana kongireya 4 mîn ya Yekîtiya Nçştimanî ya Kurdistanê gotûbêj kirine.

Qubad Talebanî di dirêjahiya nivîsa xwe de wiha dibêje; Li ser qonaxa pêşerojê me di wê civîmnê de, bi kadroyên YNKê re danûstandin kir û bi pêwîst hat zanîn ku êdî kongireya YNKê bê li dar xistin û em YNKê nûh bikin û arasrteya bi xizmetkirina welatiyan bikin.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di nivîsa xwe de amaje bi wê yekê kir ku di civînê de, tekez li ser wê kir ku em xwediyê siyasetekê ne ku ji bo hemû sîstemên hikûmraniyê, ji ber wê jî, dibê ku em li ser bi cihanîna aramî, xizmetkariya welatiyan û peydakirina derfetên kar xweşgûzariyê jî bi cih bikin û xwedî li projeyên gel derkevin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket