Civîna YNK-PDKê dest pê kir

kurdistani 03:24 PM - 2018-12-18
Civîna YNK-PDKê dest pê kir

Civîna YNK-PDKê dest pê kir

Li bajarê Silêmaniyê Civîna YNK-PDKê dest pê kir.

Îro piştî nîvro civîna du qolî di navbera herdu politburoyên Yektîya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê li avahiya pilotburoya YNKê ya bajarê Silêmaniyê birêve çû.

Di wê barê de, peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Sedî Ehmedî Pîre di daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re got; YNKê û PDKê wê di vê civîna du qolî de, derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêjan bikin û em jî wek YNKê xwezyarê hevpariya di wê hikûmetê de ne ku hikûmeteke xizmet  bi gel bike û dest bi çaksaziyên rasteqîne bike û peywendiyên di navbera hikûmeta Êraq û ya Herêma Kurdistanê de pêşbixin û li wir bernameyeke ji bo xiozmetkirina welatiyan jî hebe.

Her weha Sedî Pîre di dirêjahiya axivtinên xwe de, tekez li ser wê yekê kir ku YNKê her dem xwezyarê xizmetkirina gel e û baştirkirina rewşa wan ya jiyanê bi awayekî pir baş.

Hêjayî gotin ye ku Şandeya YNKê ji Hakim Qadir, Sedî Pîre, Rifet Abdula, Şalaw Kosret Resûl, Ednan Heme Mîne û Bavil Talebanî pêk hatiye û şandeya PDKê jî, ji Hoşyar Zêbarî , Azad Berwarî, Cefer Îminkî, Hêmin Heramî, Dilşad Şehab û Firset Sofî pêkhatiye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket