YNK koça dawî ya Mistefa Salih Kerîm ragihand
kurdistani 12:14 PM - 2018-12-16YNK koça dawiya Mistefa Salih Kerîm ragihand
YNKê bi fermî koça dawî ya ronakbîrê mezin ê kurd mamoste Mistefa Salih Kerîm ragihand.
Îro roja Yekşemê 16-12-2018`an, Mekteba Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê, windakirin û koça dawî ya nivîskar û rojnemevan ê Kurd yê mezin mamoste Mistefa Salih Kerîm ragihand.
Her weha Mekteba Ragihandinê bi riya peyamekê ragihand; Bi xemgînî û dil tengiyeke mezin, me nûçeya koça dawî ya ronakbîr û rewşenbîr û nivîskarêî naskirî yê kurd mamoste Mustefa Salih Kerîm li bajarê Silêmaniyê bihîst. Salih yek ji mezntirîn rojnamevan û nivîskar ê Kurd bû û rola
Di dirêjahiya belavoka serxweşiya mekteba ragihandina YNKê de, wiha dirêjahî pê da ye; Nemir mamoste Mistefa di pêşkeftina asta wêjeyî û zimanê Kurdî û Çandî de, gelek mezin bû.
Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di dawiya wê ragihandinê de, wiha anî ser nivîs; Em bi boneya koça dawî ya nivîskarê mezin û endamê mekteba Ragihandina YNKê, serxweşiya xwe û tevahiya endam û rêvebirên xwe li malbet û dost û hevalên Mustefa Salih Kerîm dikin û ji Xwedê hêvî dikin ku bihinfirehiyeke mezin bide nas û malbeta mamoste Mistefa Salih Kerîm û înşala dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî biheşt be .
Kosret Resûl: Mistefa Salih ji bo Rojnamevanan Dibistan bû
Cîgirê emîndarê giştî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê ragihand ku bi dileke xemgînî me koçadawikirina Nivîskar û Rojnamevan ê navdar yê Kurd Mistefa Salih Kerîm bihîst ,ku yek ji Rojnamevanên mezin û binav û deng bû û bi rêya Pînûsa xwe di çarçoveya Rojnemegeriyê de xizmeta gelê xwe dikir û ji Rojnamevanan re wek Dibistanek bû,
Kosret Resûl serxweşiyê li malbet û dost û hevalên Mistefa Salih Kerîm kir û got dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî beheşt be û Xwedê bihinfirehiyê bi qismeta kerûkarên Misrtefa ke.
Qubad Talebanî serxweşî li malbata nemir Mistefa Salih kir
Qubad Talebanî bi riya peyamekê serxweşî li malbata nemir Mistefa Salih kir.
Îro roja yekşemê 16-12-2018`an li bajarê Silêmaniyê, ronakbîr û nivîskarê navdarê kurd mamoste Mistefa Salih Kerîm koça dawî kir, ji ber wê jî, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî behînameuyeke ji bo malbata wî weşand.
Ev jî naveroka wê behînameyê ye:
Rêzdaran malbata nemir Mistefa Salih Kerîm
Rêzdaran rojnamevan û nivîskaran
Bi dileke êş û xemgîn ve, me nûçeya koça dawî ya ronakbîr û nivîskarê bi tiwane ya gelê kurd, mamoste Mistefa Salih Kerîm bihîst. ku yekek bû ji peya bilindên herî girîng ê ragihandina kurdî û erebî bû.
Koça dawê ya vî nivîskarê mezin, valatiyeke pir mezin xiste biwarê rojnamevanî û nivîskarî yê, ji ber ku mamoste Mistefa Salih Kerîm, xwedî ezmûneke pir mezin û jêhat bû, bi dirêjahiya temenê xwe, tev di meydana nivîs û ragihandina kurdî û erebî de terxan kirbû û pir diyar û li ber çavan bû.
Bi vê boneyê , ez serxweşiya xwe arasteya malbata we ya rêzdar dikim û her weha arasteya rojnam,evan û nivîskarên kurd ên hêja jî dikim û ji Yazdanê mezin xwezyarim ku bi beheşta xwe şad bike.
Em yê Xwedane û emê lê vegerin
Qubad Talebanî
16-12-2018
Bafil Talebanî serê malbata nemir Mistefa Salih xweş kir
Behînameya siyasetvanê kurd Bafil Talebanî ji bo malbata nemir Mistefa Salih Kerîm.
Siyasetmedarê kurd Bafil Celal Talebanî bi boneya koça dawî ya rewşenbîr û ronakbîrê gelê kurd Mistefa Salih Kerîm birûskeyeke serweşiyê weşand..
Rêzdaran/ Malbata ronakbîr û nivîskar kak Mistefa Salih Kerîm.
Mixabin, nûçeya koça dawî yê ronakbîr û nivîskarê naskirî yê gelê me mamoste Mistefa Salih Kerîm ji me re hat. Bi wê xembariyê ve, ez behî û serxweşiyê xwe arasteya malbata we ya rêzdar dikim û rewana kak mamoasteyê koçkirî jî her şad be.
Birayêî we..
Bafil Celal Talebanî
Dr. Xisrew Gul jî serxweşî li malbata Mistefa Salih kir
Siyasetvanê kurd Dr. Xisrew Gul jî serxweşî li malbata koçkirî nemir mamoste Mistefa Salih kir.
Siyasetvanê kurd Xisrew Gul jî ji bo koça dawî ya ronakbîr û nivîskarê navdarê kurd nemir mamoste Mistefa Salih Kerîm ku îro roja yekşemê 16-2018`an, li bajarê Silêmaniyê koça dawî kiriye, behîmnameyek ji bo malbat û dost û hevalên wî weşend.
Rêzdaran malbata rewşenbîr û nivîskar mamoste Mistefa Salih Kerîm.
Mixabin me bi xemgîniyyeke bi êş ve, nûçeya koça dawî ya mamosteyê peyabilind yê me bihîst, bi wê boneyê jî em pir xembar bûn, em serxweşiyê li xwe û arasteya tevahiya malbata we ya rêzdar dikin û em bi we re xembariyê parve dikin.
Nemir û Xwedê lê xweşbûyî, xwediyê pênûseke bilîmet û nivîskarekê naskirî yê gelê me bû, ku di buyer û rudawên dîroka ronakbîriyan de xwedî roleke mezin û pir li ber çavan bû.
Ji destdana mamoste Mistefa Salih Kerîm em ji nava dil nîgeran kirin û em ji Yazdanê perwerdekar daxwazkarin ku bi beheşta xwe şad bike. Aramî û dihênekî ji giştikan re be û ev îş bibe êşa herî dawî ji malbata we re.
Em yê Xwedê ne û emê lê vegerin
Diktor Xisrew Gul
16-12-2018
Mamoste Mistefa Salih ronakbîreke bi wêjdan bû
Mixabin.... Ji nûçeya koça dawî ya mamoste Mistefa re...
Di roja yekşemê 16-12-2018`an de, nivîskar û rojnamevanê dêrîn û ronakbîrê naskirî yê gelê kurd mamoste Mistefa Salih Kerîm di temena xwe ya 85 salî de, li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.
Dilovaniya Xwedê lê be û bila cihê wî beheşta berîn be...
Derbarê kesayetiya mamoste Mistefa Salih Kerêm de, ez dixwazim hinek tiştên ku min bi wî re derbas kir û taybetmendiyên wî ên ku xizmetkariya mirovan şirove bikim.
Ji sala 2016`an ve, ez mamoste Mistefa Salih Kerîm nas dikim. Ez li Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê liqa Silêmaniyê bi wî re rûniştim, min guhdarî wî kir, wê demê , sekreterê liqa Silêmaniyê nemir mamoste Mihemed Nurî jî hebû.
Dema ku wî zanî ez ji Rojavayê Kurdistanê me û ji herêma Efrînê me, gelek bi xêrhatina min kir, kêfzxweşiya xwe ji bo naskirina min nîşan da.
Mamoste Mistefa di nivîs û karên xwe ên rewşemnbîrî de, kesayetiyeke pir hêmin û serwext bû. Kesayetiyeke aram û aştîxwaz bû.
Di hemû tevgera xwe ya ronakbîrî û rewşenbîrî de, her dem xwediyê rolên pir bi lîmet bû. ew kok jui rastiyan xwe ne dida alî, ew hevparê rastiyan bû.
Çend caran ku min ew li sendîkeyê didît, ew pir bi germî pêşwazî li min dikir, ji min re digot, ma damkî hûn li warê serok Mam Celal in, hûn ti xeman nexwin, Mamm Celal ji kurdên Rojavayê Kurdistanê ve gelek nêzîke, ji ber ku Yekîtiya Nîştimanê ya Kurdiastanê her li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin û endamên damezrêner ji ji Rojavayê hene û gelek bi rêz û rêzdar in.
Mamoste Mistefa, piştî sala 2013`an, êdî me pir hev du didît, ji ber ku ew wek alîkarê rêvebirê giştê yê Mekteba Ragiahndina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû, ez jî li nav saziyên mektebê dixebitim û ev yek dihîşt ku zêdetir em hev du bibînin û gelek caran jî, her du hewşa mektebê de, bi hev re bipeyvin.
Kesayetiyekî pir mirov perwer û dilsozê doza gelê xwe bû, hevalê hevalê xwe bû, rewşenbî û ronakbîrê parastina rastiya doza gelê xwe bû. Beriya hibijartinên parlemana Êraqê jî me hinekî bi hev re axivîn, piştî encamên hilbijartinan dîsan me hev du dît, ji min re got; Gelek nêrînên te derbarê encamên lîsteya YNKê de rast derketin, ez spasiya te dikim.
Wiha digot; Em hêvîxwazin ku hemû rewşenbîrekî kurd, xwedî rol û helwestên nîştimanî bin, dûr li têgehên partîtî û keseyetî teng bin. Mixabin ku min duh nûçeya koça dawî ya mamoste Mistefa bihîst ku me xwe amade kirbû, tako hevpeyvîneke ji bo beşa kurmancî PUKmedia`yê saz bikin.
Dilovaniya Xwedê lê be û bila cihê wî beheşta berîn be...
Hozan Efrînî
Jiyannameya nemir Mistefa Salih
Jiyanameya ronakbîr û nivîskarê naskirî yê gelê kurd nemir mamoste Mistefa Salih Kerîm ku yekek bû ji wan kesên ku cihê xwe di desteya damezrênerê Yekîtiya Nivîskarên Kurd û xwediyê bi dehan û sedan babatên rojnamevaniyê bû, di derxistina rojnameya Al-Êtîhadê û Kurdistanî New de xwedî roleke mezin û li ber çavan bû.
PUKmedia taybet
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
Kurdistan 10:19 PM - 2024-04-17 -
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
Kurdistan 11:09 PM - 2024-04-17 -
Talebanî: Ti sedemek ji bo paşxistina hilbijartinan nine
Kurdistan 10:56 PM - 2024-04-17 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18