Nadiya Murad hinek daxwaz ji Hikûmeta Herêm kir

kurdistani 12:37 PM - 2018-12-13
Nadiya Murad hinek daxwaz ji Hikûmeta Herêm kir

Nadiya Murad hinek daxwaz ji Hikûmeta Herêm kir

 Sibeha roja Pêncşem ê serok wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistan ê Nîçirvan Berzanî pêşwazî li Nadiya Murad a ku xelata Nobil ê wergirtiye kir.

Hikûmet ê di heyama belavokekê ku PUKmedia`yê wêneyek jê girtiye de ragihand ku Berzanî di heyama hevdîtinê de pîrozbahî li Nadiya kir û hêviya serkeftineke daymî jê re xwast,û got ew piştgiriyê dide çalakiyên wê yên Mirovahî di xuzmeta Gel ê Êzdî û gihandina dengê wan ji tevahiya dunyayê re cezakirina çeteyên DAÎŞê ên ku Cînosayd pêkanîne de .

Belavokê amaje bi wê yekê jî kir ku Nadiya Murad spasiya Hikûmeta Herêm kir û behsa tiştên ku têre ligel keçên Êzdî derbasbûye de kir û ronî bir ser erkên xwe yên jibo vegerandina ewlehiyê û aştiyê ji civaka Êzdî re kir ,Nadiya ji Berzanî daxwaza jinûhavakirina navçeyên Êzdiyan û vegera koçberan kir ûher weha jî daxwaza parastina navçeyê jî kiribû.
 Hêjay gotinê ye ku di dawiyê de Nadiya Murad pirtûka xwe yê" Keça Dawî" diyarî serok wezîrê Hikûmet kir .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket