Amerîka li Bakurê Sûrîyê Navendên Çavdêrîyê Ava Kirin

kurdistani 04:06 PM - 2018-12-12
  Amerîka li Bakurê Sûrîyê Navendên Çavdêrîyê Ava Kirin

Amerîka li Bakurê Sûrîyê Navendên Çavdêrîyê Ava Kirin

Amerîka dîyar kir ku bo girjîya di navbera hevalbendên xwe yên Kurd û Tirkîyê de kêm bike, li bakurê Sûrîyê navendên çavdêrîyê ava kirine.

Berdevkê Pentagonê Rob Manning da zanîn ku ku li ser fermana Wezîrê Berevanî James Mattis, li sînorê bakurê rojhilata Sûrîyê navendên çavdêrîyê hatine çêkirin.

‘’Fikarên Tirkîyê li gor me cidî ne û em hewil didin ku îstiqrara li bakurê rojhilata Sûrîyê, bi Tirkîyê re bi awayekî organîzekirî pêk bînin’’ Manning got.

Karbidestên Tirkîyê ragihandibûn ku ew naxwazin li bakurê Sûrîyê navendên çavdêrîyê çêbin.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar hefteya borî ji Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Amerîka James Jeffrey re gotibû ku dest ji plana navendên çavdêrîyê berdin.

Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike, lê Tirkîye wan rêxistinên terorî dihesibîne.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket