Merkel ji Putin Xwest ku Leşkerên Ukrayna Berde

kurdistani 03:12 PM - 2018-12-11
 Merkel ji Putin Xwest ku Leşkerên Ukrayna Berde

Merkel ji Putin Xwest ku Leşkerên Ukrayna Berde

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê ser alozîya di navbera Rûsya û Ukrayna de axifîn.

Berdevkê Hikûmeta Almanya Steffen Seibert dîyar kir ku Merkel ji Putin xwestiye ku 24 leşkerên Ukrayna yên li Moskowê girtî ne werin berdan û trafîka derya ya li Tengava Kerçê bêkêşe bidome.

Nûnerên rêberên Almanya, Fransa, Rûsya û Ukrayna bo alozîya di navbera Rûsya û Ukrayna de biaxifin dê li Berlînê kom bibin. Merkel, piştî Hilcivîna G20 ya li Arjantînê dabû zanîn ku ew dê bo çareserkirina kêşeya Rûsya û Ukrayna dest bi navbeynkarîyê bike.

Di dawîya meha Mijdarê de Rûsya li Derya Reş dest danîbû ser sê gemîyên Ukrayna û 24 leşkerên wê girtibûn.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket