Kosret Resûl bi konsilê Birîtanî re civiya

kurdistani 06:19 PM - 2018-12-10
Kosret Resûl bi konsilê Birîtanî re civiya

Kosret Resûl bi konsilê Birîtanî re civiya

Li bajarê Silêmaniyê, Kosret Resûl bi konsilê Birîtanî re civiya.

Îro roja duşemê 10-12-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, cîgirê yekê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî pêşwazî li konsilê giştî yê Birîtanyayê li Herêma Kursdistanê Martin War û rawêjkarê herî mezin yê Brîtanya di balyoza Brîtanya li Êraqê Nîk Awltunkir.

Ew civîn bi amadebûna her yek ji endamên desteya kargêrî ya politburoya YNKê Omer Feteh û Hakim Qadir û Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî jî birêve çû.

Di wê civîna girîng ku di mala cîgirê yekem yê sekreterê giştî YNKê pêkhatiye de, her du aliyan li ser rewşa Êraq û Herêma Kurdistan û navçeyê bi gişûtî li barê siyasîm û ewlekarî û aborî ve gotûbêj kirin.

Her weha derbarê pişka rewa ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di hikûmeta nû ya Êraqê de, her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku ji mafê YNKê ye ku di hikûmeta Êraqê de xwedî rol û kara be û destkevtên xwe jî biparêze.

Cîgirê sekreterê giştî yê YNKê aşkire kir ku tiştê ku pir ji YNKê re girînge, ew e ku hikûmetên dahato bibin hikûmetên xizmetkirina gel û çareserkirina alozî û pirsgirêkan bi yekcarî, bi taybetî piştî rûxandina mijara mûçeyan û dibe derfetên kar jî ji welatiyan re berferehtier bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket