Nediye Murad xelata Nobelê wergirt
kurdistani 05:08 PM - 2018-12-10Nediye Murad xelata Nobelê wergirt
Nediya Murad xelata Nobelê ya aştî yê wergirt.
Keçka kurdê Êzîdî ya ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bû ye, hat xelatkirtin û îro li Osloyê paytexta Nerwejê xelata aştî ya Nobelê bi dest anî û bi femî di merasînekê de, wegirt.
Îro roja duşemê 10-12-2018`an, piştî nîvroyê, li Oslo paytexta Nerwejê, di merasîmeke fermî de, ku hemû ragihandinên navneteweyî amdebûn, çalakvana Jin a kurdê Êzîdî Nedye Murad ligel bijîşkê Koncolî Danis Mokoyîcî xaltên Nobel ya Aştî yê wergirtin.
Di heyama Kongireyeke Rojnamevanî de Nadiya Murad ragihand ku mixabin ku piştî derbasbûna çend salan sûcdarên ku komkujî li dijî Jin û keçên Êzdî kirine ne hatine cezakirin, destnîşan kir ku eger ew neyên sizekirin dê di bin naveke din de vegerin û jenosîdên din pêk bînin ji ber vê yek ê cezakirina wan herî girîng e.
Di wê gotarê de, Nediya bang li tevahiya Cîhanê kir ku li dijî tundetûjiyê sêxî ku li dijî jinan tê kirin rawestin.
PUKmedia`yê jî tevlî kempîna piştgiriya li Nediya Murad kir ji bo namzetkirina ji xelata Nobelê re
Kempîna namzetkirina Nadiya Murad a Êzîdî bo Nobelê
Di roja 3/2/2016`an, malpera PUKmedia`yê jî wek erkeke neteweyî li hemberî alîkarî û beşdarbûna di kempîna bi namzetkirina Nediya Murad ji bo xelata Nobelê bû.
Ev jî naveroka wê nûçeyê bû ku di sala 2016`an de, PUKmediqa`yê wek rêklemkirin weşandibû ye.
https://www.pukmedia.com/en/KK_Direje.aspx?Jimare=32109
Ji bo ku her kesê ku bixweze piştîvaniyê li Keçka Êzîdî ya şoreşger ku ji destê terorîstên DAIŞê xwe rizgar kiriye ji bo wergirtina xelata Nobelê namzet bikin, li gorî rênmayên ku li xwe rê hatiye û ji wê êmailê re bişînin. [email protected].
Ev jî naveroka kempînê ye;
Please nominate #Nadia_Murad for #Nobel_Prize by sending an email to:
[email protected]
OR
Letter to:
The Norwegian Nobel Committee
Henrik Ibsens gate 51
0255 Oslo, NORWAY
and write
***
Distinguished Members of Committee,
I nominate Nadia Murad for Nobel Peace Prize for her role in revealing IS crimes against humanity & specially against Yezidi women & people.
For more details about Mrs. Murad, please click the link below and visit it.
http://www.independent.co.uk/…/isis-forced-us-to-pray-then-…
OR/AND
http://www.yazda.org/yazidi-woman-demands-international-ac…/
Best regards
Your first name and surname
Ev jî lînkên girêdayî wê babetê ne.
https://www.facebook.com/PleaseSupportNadiaMurad/?fref=ts
https://www.facebook.com/%D9%86%D8%A7%D8%AF%D9%8A%D8%A9-%D9%85%D8%B1%D8%A7%D8%AF-Nadia-Murad-870611263052601/?fref=ts
https://www.facebook.com/Nadia-Murad-%D9%86%D8%A7%D8%AF%D9%8A%D8%A9-%D9%85%D8%B1%D8%A7%D8%AF-597323487090917/?fref=ts
Nadiye Murad namzeta xalata Noblê ye
4/10/2016
Hewildanên PUKmedia`yê ji bo piştîvanîkirina lki lehenga Kurd a Êzîdî Nadia Murad li bûşiyê neçû.
Li gorî agahiyên girîng ji navenda biryara navnetewî a xelata Noblê ku nûnera UN`ê a niyazên pak xanima kurdê Êzîdî Nediye Murad wek namzeta aştiyê ya Noblê hat destnîşankirin.
Lê wek diyare ku wê di demeke nêzîk de, bibe xwediyê xelata Nublê.
Ev link ya piştîvaniya PUKmedia`yê ji bi namzatkirina Murad re bû:
http://www.pukmedia.com/EN/KK_Direje.aspx?Jimare=32109
Yekemîn nûçeya PUKmedia`yê li ser bi destxistina xelata Nobelê ya Nediya Muradê...
Nadya Murad û Koncolî Danis Mokoyîcîxelata Nobelê wergirtin
5/10/2018
Çalakvana Jin a kurdê Êzîdî Nedye Murad ligel bijîşkê Koncolî Danis Mokoyîcî xaltên Nobel ya Aştî yê bi destxistin.
Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018`an ji bo bijîşkê Koncolî Danis Mokoyîcî ji komara Kongoyê, her weh ji bo keçka kurdê Êzîdî ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgarbûye Nadiya Murad, bi hewldanên wan ji bo nehîştina zorbasiya regezî wek çek di ceng û milmilaniya çekdarî de, ew herdu kesyatî hatin xelatkirin.
Her weha komîteya Nobelê dibêje ku bijîşkê Kongoyî Koncolî Danis Mokoyîcî ew girîngtirîn sembolê yekgirtî li ser du astan, hem yê nîştimanî û hem jî yê navneteweyî bû ku xebat dikir ji bo nehîştina zorbasiya regezî di şer û milmilaniyên çekdarî de.
Komîteya Nobelê ya Nerwejî di axivtina xwe de wiha berdewam dike; Lê sebaret bi Nediya Murd, ew ji taîfa Êzîdî ye, ji aliyê rêxistina terorîstî DAIŞê ve hatibû revandin, pir rastî lêdan û êrişên regezî û zeyendî hatiye, ev xelat jê re hate pêşkêşkirin ji ber ku qehremantiya xwe bê wêne li ser rewşa xwe ya taybet daye şirovekirin û heildan.
Nediye Murad mêvana kongireya ElŞarqayê ye
19/10/2018
Xwediyê xelata Nobelê keçka kurdên Êzîdî Nediye Murad mêvana kongireya ElŞarqayê ye.
Di belavoka kongireya kongireya berhemanîna di pêşerojê de ( IIF MINA2018) ku hatiye weşandin û wêneyek gihîştiye PUKmedia`yê wiha dibêje; " Balyoza niyazên baş û kesayetiya ku xelata Nobelê bi destaniya keçka jimirin û serjêkirinê ji destên terorîstên DAIŞê rizgar bûye, çalakvana kurdên Îzîdî Nediye Murad ji bo kongireya ElŞariqayê hat vexwendin û wê gotarekê jî pêşkêş bike."
Biryare ku wê di rojên 24-25ê cutmehê de, li bajarê ElŞariqayê ya Îmareta Erebî ya Yekbûyî de, di xola 3`mîn ya kongireya berhemanîna di pêşerojê de ( IIF MINA2018) ku wê di rojên 24-25ê cutmeha îsal li bajarê ElŞariqayê bi navnîşana "Ciwan û
Ciwan û lihembergirtina alozî û derfetên geşandinê " bê lidarxistin, bi awayekî fermî wê xwedana xelata Nobelê ya aştî ya sala 2018`an bi dest aniye ku ew niha di warê mafên mirovan de tev digere.
Li gorî belavoka ku ji aliyê kongireyê ve hatiye weşandin û wêneyek gihîştiye PUKmedia`yê , tê de amaje bi beşdarbûna hevparên sereke wekKomisyona Bilind ya Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên Penaberan, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya zarokan û Bernameya Neteweyên Yekbûyî ya vejandinê û Rêxistina girîngdayîna jinê û Desteya Neteweyên Yekbûyî ya Jinê.
Di belavokê de hatiye ku armanca kongireya ElŞariqayê ew e; ji bo ronîkirina li ser hevkarî di navbera hikûmetan û civqaka sivîl û rêxistinên navnetweyeyê û karê û xebatên akadîmesyonan û ketên tayebt tako ciwanên navçeya Rojhilata Navîn tevlî kar û xebatên şêwermendiyê bikin û di kar û xebatên xwe de siyaset û biryarderiyê bi vîna xwe ya azad tevbigerin tako li hemberî her buyer an jî tiştên ne rewa, xwedî helwest û çareser bin.
Navenda Dadweriya Navnetewî piştîvaniya xwe ji bo Êzîsiyan nîşandan
2/8/2016
Piştgiriyên Navenda Dadweriya Navnetewî roj nbi roj ji jinên Êzîdî û doza parastina kurdên Êzîdî re zêdetir dibe.
Endamên navenda dadweriyê ku piraniya wan ji jinan pêkhatiye, bi awayekî çalak, piştîvaniya xwe û navenda kar û xebata xwe ya dadwereiyê, ji bo jinên Êzîdiyan nîşandan.
Di wê barê de, balyoza kurdên Êzîdî yên Şengalê Nadiya Murad di rupala xwe ya fermî de, amaje bi wê yekê dike ku hejmareke ji jinên navenda dadweriyê li Almanya, dest dane bi piştgiriya jinên Şengalê û ew ligel azadiya jinên Şengalê ne û revandina jinên Êzîdî bi tundî şermezar dikin.
Nediya Murad û Mîsî
13/1/2017
Nediya Murad serdana Mîsî û tîma wî ya fotbulê kir...
Hûn dikarin li vîdyoya ku tê de çalakvana navdar a kurdên Êzîdî Nediya Murad temaşe bikin ku di dema serdana xwe ya cem tîma topê ya Mîsî û wergirtina xelata Berşelonê yê
Nediya Murad digel serokê Misrê Sîsî civiya
26/12/2015
Nediya Murad digel serokê Misrê Sîsî civiya û çêroka xwe jî bi berferehî vegot.
Piştî serdana xwe ya Yekîtiya Ewropa û beşdarbûna li civîna Encûmena Ewlehiya Navnetewî, kçeka Kurd ya Êzîzdî ku ji destê terorîstên DAIŞê hatibû rizgarkirin, çîroka xwe û ya hemû jin û keçkên Êzîdî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, şirove û aşkire dike.
Her weha piştî ku jina kurd Nediya Murad çêroka xwe ya pir bi êş ji Encûmena Ewlehiya Navnetewî re gotûbêj kiribû, vê carê jî, çêroka xwe ji serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî re vegot û bi awayekî pir berfereh ku çawa ew zulim û strema ku li jinên Êzîdiyan hatiye kirin û terorîstan bingehên zagonên mafên mirovan binpê kirine tev anî ser ziman.
Her weha lihemberê jî, Serokkomarê Misrê Sîsî soz da wê ku wê di barê rewşa jinên Êzîdî de hevkar û alîkar be û wê li dijî terorîstên DAIê jî di cengê de berdewam bin.
Di dawiyê de jî, Nadiye spasiya xwe pêşkêş bi serkkomarê Misrê Sîsî kir ku pêşwaziyeke gerim lêkir û bi rêkûpêkî guhdarî çêroka wê mkir û soza hevkarî û alîkariyê da wê.
Nediye Murad:Pirtûka Keçka Dawî
Nediye Morad, çalakvan di warê mafên mirovanya ku ji çeteyên DAÎŞê reviye,li nivîsandina bîranînên xwe yê bi navê(Keçka Dawî: çêrokê min di zindanê û şerê li dijî DAÎŞê de).
Li gor raghandina Associated Press,roja Çarşemê 29-3-2017`an saziya penguin Random House ya weşandinê ragihand ku wê pirtûk stand,û ji biryare ku 31/10 pêşkeş bikin.
Her weha jî NediyE dest nîşan kir ku li ser destê pêhtirê xwedî û hevalên xwe windakir,û ji ber vê yekê Nediye bi hêviye ku çêrokê xwe bigîne Rêberên cîhanê ji ber ku li dijî Rêxistina DAÎŞê bilivin.
Di 2014`de çeteyên DAÎŞê Nediye ji gundê wê yê li Kurdistanê ravandin û dest bi firoştina wê kirin,lê piştî çend heftan Nediye ji çeteyan ravî Ewrobayê û li Neteweyên Yekbûyê û li deverên din axaftinên xwe,hêjayî gotinêye ku Nediye wek balyozek ji nêtên pak ji Neteweyên Yekbûyê re.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19