Stêrkeke ji ezmana helbestên Efrînî rijiya

kurdistani 03:31 PM - 2018-12-10
Helbestvanê Efrînî Nuredîn Elî koça dawî kir

Helbestvanê Efrînî Nuredîn Elî koça dawî kir

Mixabin ji barkirina yekcarî ya Helbestvanê Efrînî Nuredîn Elî re...

Stêrkeke din ji ezmana helbestên Rojavayê Kurdistanê rijiya...

Koça dawî an koçkirina yekcarî ya mirovdost û kurdperwerekî Efrînî....

Mirovê ku hemû kesên ku wî nasdikin, pir jê razî, mirovê mezin wiha ne...

Kesên bêdeng û pir şox û şeng, bi berhemên xwe dibin bi navûbang wiha ne...

Wek çalakvanên çand û huner û karên ramyarî jî ku wî nas dikin, wiha li ser têgeh û rastiya kesayetiya nemir tînin ser ziman û nivîs.

Min dema ku rûpela xwe ya Facebookê vekir, ez bi nivîsa hevserokê TEV.DEMê rêzdar Xerîb Hiso hejiyam ku tê de nûîçeya koça dawî ya te hatibû weşandin, lê piştre jî min dît hemû rûpelên Rojavayên Kurdistanê û hinek jî ê Başûrê Kurdistanê tev bi wêne û helbest û nêrînên te hatine xemlandin.

Mixabin ji koça dawî ya rewşebîrê bi rûmet Noureddin Ali, em te kok jî bîr nakin... Bi bîranîna we, wê ne tenê di dilê me de bê vejandin, lê wê di hemû biwwarên jiyanê de bê vejandin, ji ber ku hûn di hemû jiyana xwe de, xwedî helwesta vejandina çanda kurdî ya resen bûn.

Mixabin rewşebîrê bi rûmet Noureddin Ali, te ji nav vê dinê bi bê xatirxwestin bar kir, bawer bike, em te kok jî bîr nakin... Deng û reng û dîmen û nivîsên te, wê ji bo neviyên pêşeroja gelê me li her cih û çûnekê be, bibin rastiya azadî û vîna azad û nimûneyên parastina destkevt û çanda rasteqîneya kurdî û Kurdistanî.

Mixabin ji nûçeya koça dawî ya te ku mirov kok nedikir balê xwe û kok bawer jî nake ku tu bi yekcar ji vê dinê barbikê bi bê xatirxwestin ji heval û dostên te ?!! Lê em bawerin ku wê koça te ji bo gelê me bibe bi rastiya hişyarbûn û hezkirina ji çanda neteweyî ya resen ku her kes wê bibe xwedî rol û helwestên neteweyî.

Bi vê çûyîna yekcarî û ji nîşkave, em û gelek rewşenbîr û heval û dostên te, pir dil bi êş û xemgîn û xembar bûn . Nûçeya koça dawî ya te mamoste Nuredîn, tgelê kurd bi giştî û Efrînî bi taybetî tev xembar û xemgîn kirin, lê bawer bike, tu kok ji bîr nabî...

Her mirovekî ku bi te re dabe û standin be, wê kok rastiya peywendiyên te ên Efrînî resen û Kurdistanî resen ji bîr neke. Ji ber ku mirovên mîna te, xwedî helwest û xwedî rol û xwedî vîna azad û her dem dilgeş û bi wure û moral, ji bo pêşeroja doza gellê me, pir girîng e û dibê ku em hemû li gorî wê rastiyê pêngava bavêjin.

Ez bi vê boneyê, serxweşî li xwe û li malbata we ya xembar û tevahiya gelê kurd û Kurdistan û Efrîniyan dikim û bila serê her kesên nêzîkî te sax û xweş be.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket