Serokkomar tekez li ser aramî û hêminiyê kir

kurdistani 06:15 PM - 2018-12-09
Serokkomar tekez li ser aramî û hêminiyê kir

Serokkomar tekez li ser aramî û hêminiyê kir

Serokkomar pêşwazî li xelkên Xormatoyê kir û soza parastina aramî û ewlehiya jiyana wan jî da.

Serokkomarê Êraqa federal Dr. Berhem Salih di dema hevdîtin û pêşwazîkirina li şandeyeke xelkên devera Xormatoyê de ragihand; Ew herdem tekez li ser aramî û hêminiyê dikin.

Dr. Berhem Salih pêşwazî li şandeyeke ji xelkên Xormatoyê kir û guhdarî nêrîn daxwazên wan kir ku derbarê rewşa heyî ya metirsîdar li navçeya Xormato û derdora wê kir.

Di wê hevdîtina serokkomar Dr. Berhem Salih li gel şandeya ji encûmenên navxweyî ya Xormatoyê de, Dr. Berhem Salih bi wan re derbarê rewşa ewlehiya navçeyê û rewşa aborî û giştî ya girêdayî bi jiyana xelkên deverê gotûbêj kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket