Evdoyê Xoceyê Êmûşê di zincîreya kesayetiyên Kurdaxê de
kurdistani 05:50 PM - 2018-12-09Hozan Efrînî
Tê zanîn ku di rastiya jiyana mirovan de, du tiştên li berçavan heye, ew herdu tişt jî ev in: Jidayîkbûn û jidinê barkirine,
jidayîkbûna mirovan tê wê wetayê vejîna jiyaneke nû ji destanên mirovahiyê re ye, lê ji dinê barkirin jî, ango koça dawî, bi wetaya vegerîn li dinyaya ku jê hatiye.
Felsefeya jiyankirin an jî bidawîhatina jiyankirinê, wê di dîroka mirovahiyê de, her berdewame, her weha gelek têgehên din yên girêdayî felsefeya jiyana mirovan, di vejandina rola mirovan de heye.
Ger mirov bi hizreke guncaw bîr li diyalîktîka guhertina jîn û vejîna mirovan bike, wê demê, mirov di wan mijaran de, xembar nabe û diltengiya xwe nîşan bi giranî nîşan nade.
Lê weku tê gotin û tê zanîn ku herdem di rastiya vejandina jiyannameya mirovan de, reş û spî, xweşî û nexweşî, berxwedanî û xwespartinî, binketin û serketin, pêşveçûn û şûnketin, di hemû warên jiyanê de, heye.
Ji ber wê yekê jî, em dilgiraniya û diltengiyê xwe, ji bo koçkirina her mirovekî baş tînin ziman û sernivîs û bi awayekî hûrgûlî didin nîşankirin, tenê ji ber wê yekê ye ku ew mirovên xwedî kesayetiyên baş û ji civak û dîrokê re pêwîst in, ew kesên tewawkerê gera tekera vejandina dîrokê ne, cihê xemgînî û şîniyê ne.
Di vê nivîsa xwe de, ez dixawazim ronahiyê bidim ser koçkirina hevgundiyê min yê heja û delal, hevgundiyê min yê rêkûpêk, yê mirovdost û mirovxweş, yê Xwedê jê razî Ebdoyê Xoceyê Êmûşê, ji gundê Miskê ya ser bi bajaroka Cindirêsê li harêma Kurdaxê(Efrîn), di vê derbarê de, em serxweşiyê ji tevahiya malbat û xizmên rihmetî re dişînin. Ji tevahiya gundê Miskê ya herêma Kurdaxê re pirse û serxweşiyê dixwazin.
Wek tê zanîn ku ew malbat di jiyaneke normal û bê kêşe û aram de dijiya, bi berdewamî di nava kar û xdebata olî û rihmanî û bê ziyanî de bû, li beremberî bi doza gelê Kurd, asteng nebû yan jî nexweşî çênekirî, lê bi bervajayê wê yekê, herdem, li gor hêz û tiwaneya xwe, xizmeta mirov û civaka Kurdwarî û perwerdeya wê kiriye.
Ji ber wê rastiyê, ez bi navê xwe û ya malbata Mirşid li gundê Miskê û Cindirêsê û derveyê welêt, serxweşiyê li xwe û li malbata xwedê jê razî Ebdoyê Xoceyê Êmûşê dikin û bila jiyana dirêj ji wan re be.
Her wiha ji ber koçkirina dawî ya rihmetî Ebdirihmanê Xoce, em careke din pirse û serxweşiyê li hemû gelê Kurd û Kurdistanê û bi taybet malbata Xoceyê Êmûşê bi giştî dikin û jiyaneke xweş û bê êş ji wan re dixwazin.
Her bira û kur û keçên wî yên xembar re jî, dileke fereh û sebir û bênferehiyê dixwazin û ji xwedayê mezin û dilovan daxwaza bicîkirina rihmetî di bihşta xwe ya razawî de dikin û bila temenê dirêj ji we û gelê me re be.
Lê weku ez dawiyê pî hesiyam ku kesekî din jî yê bi navê Reşîdê Elê Koçbelê ku ew jî hevgundiyê mine, jî ji nav me barkirî û çûye ser dilovaniya xwedayê xwe yê dilovan, em bi koçkirina wî mirovî re, têgeheke vejîna roja kar û xebatên mirovên ketkar yên Kurd, di xizmeta jîngehê de dinirxîne, ji ber ku ew kesekî jîngeparêz bû û xwediyê kesayetiyeke aram û bêguneh bû.
Em ji malabte wan re yek bi yek serxweşiyê dixwazin û cihê wî bihişt be.
Hozan Xelîl Murşid Efrînî
Kurdistan
6-03-2012
Ji erşîvê......
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26