Pro. Cemal Nebez koça dawî kir

kurdistani 05:20 PM - 2018-12-08
Pro. Cemal Nebez koça dawî kir

Pro. Cemal Nebez koça dawî kir

Zanayê kurd yê navdar Pro. Cemal Nebez koça dawî kir.

Îro roja şemiyê 8-12-2018an, li welatê Almanyayê, Ramanger û lêkolîner û zimanzan û nivîskarê mezin û zanayê bi lîmetê yê gelê kurd Professor, Dr. Cemal Nebez koça dawî kir.

Kosret Resûl: Koça Dawê ya Cemal Nebaz windahiyeke mezin e

Roja şemiyê 8-12-2018`an, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê Kosret Resûl Elî peyameke serxweşiyê ji malbeta Prof. D. Gemal Nebaz ê ku diu temena 85`saliyê de li Almaniyayê jiyan ji dest daye şand.

Peyam ev e:
bi xemgînî û dileke şikî me nûçeya koçadawiya bîrmend û rewşenbîr û nivîskarê Akadmî yê mezin Pro. D. Cemal Nebaz bihîst, ku hemû jiyanê xwe di xizmetguzeriyê ji bo wêjeya û dîrok û doza Kurdî pêşkêş kiribû ,destnîşan jî kir ku ti kes nikare cihê wî bigre lê dê herdem di raman û fikrê me de bijî .
Di dawiya wê peyamê de, serxweşiyê de Resûl hêjî kir ku dilovaniya Xwedê li Prof.Cemal be û cihê wî biheşt be û Xwedê bihinfirehiyê bi malbeta wan de.

Roja înê Termê nemir Cemal Nebez tê Herêma Kurdistanê

Li gor siyasetvanê kurd Cewad Mela ku di rûpela xwe ya veghîştina civakî de weşandiye; Ku wê roja înêdemjimêr 10:30 hêvarê, termê xwedê jê razî nemir pro û mamosteyê naskirî yê gelê kurd Dr. Cemal Nebez ji Almanyayê bighêje firokexaneya navneteweyî ya Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ku wê hevjîn û hevalên wî ji her çar aliyên Kurdistanê pê re bin.

Mela di dirêjahiya nivîsa xwe de, amaje bi wê jî kir ku wê roja şemiyê 22-12-2018`an, wê karwanê termê nemir ji Hewlêrê ber bi bajarê Silêmaniyê paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ku wê di goristan Girê Şêx Maruf de, bi axê bispêrin û xatirê herî dawî ji gelê xwe dixweze.
Di heman nivîsê de, Dr. Cewad Mela agahdarî hemû ew kesên peywendîdar û dost û hevalên nemir Cemal Nebez dike ku ji bo ku hemahengî û hevrêzî ji bo beşdarbûn bi merasîmê re, bila li Hewlêrê bi vê jimareyê re 07504450922 Xefur Mexmûrî û li Silêmaniyê jî bi vê jimareyê re 07701419031 parêzer Kamil Jîr têl bikin.

Termê Prof. Dr. Cemal Nebez gihişte Hewlêrê

22/12/2018

Îro şemiyê danê sibehê di demjimêr şeşan de termê Prof. Dr. Cemal Nebez gihişte Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

 Hat ragihandin ku bi fermî termê Profîsor Dr. Cemal Nebez ji aliyê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî hat pêşwazî kirin û dê ber bi Silêmaniyê ve were birêkirin daku li wir were veşartin.
 
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ragihand: “Îro weke parêzgarê Hewlêrê li gel malbata rihmetî Mamoste Cemal Nebez, li Hewlêra pêşwaziya rewşenbîrê mezin û nivîskarê Kurd Mamoste Cemal Nebez dikin.” li gor dûrbûna wî ji welêt hemû jiyana xwe ji bo niştiman terxan kiribû.”

Pro. Cemal Nebez bi axê spartin
22/12/2018

Li bajarê Silêmaniyê, zanayê gelê kurd û xebatkarê di biwarê çand û ziman û dîroka gelê kurd e, Dr. Nebez bi axê hat spartin.

Îro roja şemiyê 22-12-2018`an, li bajarê Silêmaniyê termê proesorê kurd nemir Dr. Cemal pştî ku ji Almaniya gihîşte bajarê Hewlêrê, îro jî gihîşte bajarê Silêmaniyê û bi merasîmekê ku aliyên hizbî û hikûmî û rewşenbîrî kurdî û malbata nemir amadebûn, li girê Seywan goristana Şêx Marif bi axê hat spartin.

Hêjayî gotinê ye ku di (z. 1933 li Silêmaniyê , m. 8'ê berfanbara 2018 li Berlînê ) Ramanger û lêkolîner û zimanzan û nivîskarê mezin û zanayê bi lîmetê yê gelê kurd bû. Cemal Nebez zimannasekî navdar î kurd bû.

Derbarê jiyannameya nemir de..

Cemal Nebez (z. 1933 li Silêmaniyê , m. 8'ê berfanbara 2018 li Berlînê ) zimannasekî navdar î kurd bu.

Di 1933an de li Silêmaniyê hatibû dinyayê. Ligel dewamkirina xwendingehên dewletî li Iraqê, wî derfet hebû li ser huqûq, felsefe û teolojiya îslamê jî bixebite li ber destên bavê xwe û alimên din ên welêt. Nebez fizîk û matematîk û pedagojî li Fakulteya Rahênana Mamosteyan a Zanîngeha Bexdayê. Materyalên fêrkariyê bi zimanê kurdî durist kirin. Ji 1955an heta 1961an, mamosteyê lîseyê yê dersên matematîk û fizîkê bû. Di salên ku li Kerkûkê mamostetî kirî de, bingehê yekem kitêbên fizîk û matematîkê bi zimanê kurdî danî. Di 1956an de wî elfabeyeke stensil a li ser cebîrê durist kir û di 1960an de pê çêbû yekem kitêba fizîkê bi kurdî biweşîne bi sernavê; ‘Destpêk bo Mekanîk û Taybetiyên Maddeyê’, ku tê de ferhengokeke dewlemend a têrman hebû li ser fizîk û matematîkê. Di 1956an de çû Sûriye û Lubnanê ku li wê gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd nas kirin. Wan behsa avakirina ‘Akademiya Zimanê Kurdî’ û pêwîstiya bikaranîna elfabeyeke latînî ya yekgirtî bo zimanê kurdî dikirin. Di hengava wê kurte gera xwe ya li Şamê de wî namilkeyek bi erebî nivîsand li ser ‘Tevgera Azadiya Kurdistanê û Amacên Wê’ ku wî îthafî Nasirê serokcumhurê Misrê yê berê û pêşengê ereb ê nasyonalîst kir. Bi zimanên kurdî û erebî li ser mijarên cihêreng ên fîlolojîk, kulturî û siyasî gelek nivîsiye.

Jemal Nebez yekemîn kurd e ku hem rejîma totalîter a Rûsyaya Sovyetê û satelaytên wê yên li rojhilatê Ewropayê û hem jî bi giştî marksîzm û komûnîzm bi awayekî eşkerayî rexne kirine û bi zanistî analîz kirine. Dr. Nebez gelek mijar li zanîngehên cihê yên Rojhilat û Ewrûpayê xwendine, wekî fizîk, matematîk, felsefe û pedagojî li Zanîngeha Bexdayê 1950-1955; erebî, ilmê îslamê, îranolojî, pedagojî li Zanîngeha Munich û Würzburgê 1963–1966; îranolojî, ilmê îslamê û pedagojiya berawurdî li Zanîngeha Hamburgê 1967–1970; zanistên siyasî, rojnamegerî û huqûq li Zanîngeha Azad a Berlinê 1970-1979.

Di 1965an de dema xwendekar bû li Munichê, ligel hevalên xwe yên partîzan Brûsk Îbrahîm û Letîf Elî, Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd li Ewropayê ava kir. Di 1985an de wî û penaberên din ên ji Kurdistanê, akademîsyen, zanyar, rewşenbîr û hunermendan Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê ava kirin. Nebez wekî wergêrekî profesyonel jî xebitiye li dadgehên Almanyayê û noteran, bi zimanên erebî, farisî, kurdî û almanî. Hêj dema li welêt bû hindek berhemên edebî ji Shakespeare û Gogol wergerandin bo kurdî. Profesorê rojhilatnas ê fransî Thomas Bois ew wekî ‘wergêrê bêqusûr’ helsengand.

Di salên 1970î û serê salên 1980î de Cemal li wan karan bûye: 1971-1972 dersdar, Free University of Berlin, Enstîtuya Fîlolojiya Îranî; 1972-1976 berpirsê zanistî di warê Rojhilatnasiyê de li Deutsche Forschungsgemeinschaft (Saziya Lêkolînê ya Alman); 1978-1982 profesorê alîkar, Îrana îslamî, farisî û zimanên din ên Îranî, Free Universtiy of Berlin; û 1978–1983 sehkerê wergêr û mutercimên zimanê farisî li Berlinê û sehkerê wergêr û mutercimên zimanê kurdî li Munichê (Wezareta Perwerde, Zanist û Kulturê ya Bavaraianê).

Cemal Nebez endamê Deutsche Morgenlandische Gesellscaft (Civata Oryantal a Alman), Deutsche Vereinigung für Politische Wissenschaft (Komela Alman a Zanistên Siyasî), Akademiya Zanist û Huner a Kurd li Stockholmê, Deutsche Gesellschaft für Sprachwissenschaft (Civata Zimannasiyê ya Almanyayê), Societas Îranologica of Europe, û Nichtraucherbund Berlinê ye (Yekîtiya Cigarenekêşan).


PUKmedia-wikipedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket