Dadgeha Enqerê Îtiraza Ser Azadnebûna Demîrtaş Red Kir

kurdistani 12:15 PM - 2018-12-07
Dadgeha Enqerê Îtiraza Ser Azadnebûna Demîrtaş Red Kir

Dadgeha Enqerê Îtiraza Ser Azadnebûna Demîrtaş Red Kir

Îtiraza dijî redkirina ser daxwaza berdana Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) biryar dabû ku ew were berdan, ji alîyê dadgeha jorîn ve jî hat red kirin.

Parêzerên Demîrtaş ser biyara ECHR’ê bo berdana wî serî li Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê dabûn, û li ser redkirina daxwazê li dadgehe jortir îtiraz kiribûn.

Dadgeha Cezaya Giran ya 20’an ya Enqerê sedemên neberdena Demîrtaş ya dadgeha jêrtir rast dît û îtiraz red kir. Dadgehê bi yekdengî biryar da ku girtîbûna Demîrtaş bidome.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokomarê Tirkîyê piştî biryara ECHR'ê gotibû ku ewê guh nedin wê dadgehê Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket