Pirtûknameya Celal hat dabeşkirin....

kurdistani 02:05 PM - 2018-12-04
Pirtûknameya Celal hat dabeşkirin....

Pirtûknameya Celal hat dabeşkirin....

Semînareke li ser nêrînên rewşenbîrên Ereb bo Mam Celal birêve çû.

Îro roja sêşema 4-12-2018`an, di salona Kurdsitanî New de, semînarekê derbarê pirtûknameya li ser nerînên rewşenbîrên Ereb derbarê rol û kesayetiya serok Mam Celal bi navê ((Celal)) hat li dar xistin.

Ew pirtûknameya ji aliyê her du rojnamevanan Helo Hesen û Aryan Mihemed ve hatiye amadekirin û semînar birêve birin ku derbarê nêrîn û dîtina rewşenbîr û ronakbîrên Ereb li ser kesayetî û rola serok Mam Celal ya dîrokî ye.

Hêjay gotinêye ku Salona Kurdistanî Nûh bi serpereştiya nivîskar û Rojnemenûsa bi navûdeng yê Kurd birêz Stran Ebdulla ku berpirsê saziya Xendanê yê berê û Sernûserê Rojnameya ê Kurdistanî Nû yê niha ye ku rojane bi zamanê Kurdî tê derkirin .

Di destpêka wê semînarê de, sernûserê Kurdistanî New Stran Ebdula bi kurtî derbarê wê pirtûknameyê de, wiha zelalbûnek pêşkêş kir. Her weha ku ew pirtûknameya ji aliyê herdu rojnamevanên kurd ve hatiye amadekirn û Kurdistanî New jî bi erkê xwe zanî ku alîkariya wan her du rojnamevanan bike tako ew pirtûknameya bê çapkirin û dabeşkirin.

Her weha piştre jî her du rojnamevanan derbarê asmadekirina pirtûknameyê de, şiroveyên xwe bi zelalî anîn ser ziman ku ew kesên ku hevdîtin li gel serok Mam Celal encam dane hejmara wan dike 48 kesan ku derbarê rola serok Mam Celal li cîhana Erebî û xizmetkirina bi diyaloga kurdî erebî û ew kesên ku dêîdarên xwe bi Mam Celal re kirine, ji welatên erebî ne wek Misir, Tunis, Libnan, Kiwêt û nevxweya Êraqê û ew kes piraniya wan nîştichê Emerîka û Ewropayê ne.

Di şiroveyên xwe de, her du rojnamevanan aşkire kirin ku di wê pirtûknameyê de, nêrînên Ereban ji bo Mam Celal xistine rojevê , her di wê çarçoveyê de, ne tenê em bibêjin ew kesanê ereb ku hevdîtin bi Mam Celal re kirine dost û hevalên nêzîkî serok Mam Celal bûn, lê ew berê pir caran jî nakokderê bîrdozên Mam Celal bûn.

Her weha hindek ji wan kesan jî, nêrînên xwe ji bo amadevanên wê semînarê anîn ser ziman û rola Mam Celal û kesayetiya wî di diyaloga Ereb û Kurd de pir bilind nirxandin.

Her weha tê zanîn ku heta niha di salona Kurdistanî nû de, bi sedan semînar û kurrên cuda cuda derbarê nasandina pirtûk û kovar û berhemên nivîskar û hunermend û ronakbîrên kurd û Kurdistanê hatine lidarxistin û hin jî dewam dike ku bê cudayîtî deriyê salonê ji hemû rewşenbîr û nivîsdkar û ronakbîrên cuda cuda li her çar aliyên Kurdsitanê re vekiriye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket