Amerîkî ji George H.W. Bush Xatir Dixwazin

kurdistani 01:36 PM - 2018-12-04
 Amerîkî ji George H.W. Bush Xatir Dixwazin

Amerîkî ji George H.W. Bush Xatir Dixwazin

Termê Serokê 41’an yê Amerîka George H.W. Bush ji bajarê wî Teksasê anîn Washingtonê. Amerîkîyên dixwazin heta roja Çarşemê li Kongresa Amerîkî dikarin serdana wî bikin. Firoka ku termê George Bush anî, li Bingeha Esmanî ya Andrews ya li Marylandê daket.

Termê Bush bi kortejê re derbazî avahîya Kongresa Amerîkî kirin û li wir bo wî merasîma dewletê pêk hat. Piştre leşkerên Amerîkî darbesta George Bush rakirin jor. Di pêlekan de kurê Bush û serokê berê yê Amerîka, George W.Bush û xanima wî Laura Bush pêşwazîya termê Bush kirin.

Roja Çarşemê dê li Katêdrala Neteweyî jî bo Bush merasîmeke cenazeyê pêk were. Serokê Amerîka Donald Trump û serokên berê Barack Obama xanima wî Michelle Obama û Bill Clinton û xanima wî Hillary Clinton dê beşdarî merasîmê bibin.

Di vê merasîmê de dê kurê George Bush, George W. Bush, Senatorê Berê Alan Simpson yê ku wek hevalê nêz yê Bush tê nas kirin, Serokê Berê yê Kanada Brian Mulroney û dîrokzan Jon Meachem yê bîyografîya Bush nivîsîbû, axaftinan bikin. Çaverê ye Serok Trump di merasîmê de ti axaftinan neke.

Trump piştî mirina George Bush gotibû ku ‘’Emê sê rojan dê di şînê de bin, însanekî pir hêja bû’’ û preskonferansa piştî Hilcivîna G20 ya li Arjantînê betal kiribû.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket