Pîre; YNKê azade di destnîşankirina namzeta hikûmetê de

kurdistani 05:18 PM - 2018-12-03
 Pîre; YNKê azade di destnîşankirina namzeta hikûmetê de

Pîre; YNKê azade di destnîşankirina namzeta hikûmetê de

Pîre aşkire kir ku YNKê azad e di destnîşankirina her namzetekê xwe ji bo hikûmeta Herêmê de.

Peyvdarê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ragiahnd; YNKê azade di destnîşankirina namzetên xwe ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê de, her weha ji bo wê mijarê jî, di dema pêş de, politburoya YNKê civîneke taybet lidar dixe.

Her weha di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Sedî Ehmedî Pîre, derbarê pêkanîna huikûmeta nû ya Herêma Kuridstanê de û destnîşankirina namzetên YNê ji bo hikûmeta nû, di kongireyeke rojnamegeriyê de aşkire kir; Hikûmeta karbirêker ti bersiva xelkên kurd nedaye, ji ber wê jî, pêwîste ji bo pêkanîna hikûmeta nû bilez bikin.

Di wê kongireya rojnamegriyê de, Sedî Pîre dazanîn ku YNKê li gel PDKê hevpeymaniya xwe heye, ew kesên ku PDKê ji aliyê xwe ve ji bo hikûmeta nû destnîankirine, YNKê rêz lê digre ji ber ku ew biryar taybete bi wan.

Di dawiya axivtina xwe de, Peyvdarê Fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Sedî Ehmed Pîre hêvîxwest ku pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurditanê beriya sersala 2019`an be.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket